Di navbera Îran-Iraqê de piştî cejnê wê girtî bi hev werin guhartin

Ji rêveberê girtîgehên Silêmaniyê Şêrko Arîf diyar kir, li gorî peymana hatî girêdan, piştî Cejna Qurbanê, di navbera Iraq û Îranê de wê girtî bi hev werin guhartin.

Arîf diyar kir dewleta Tirk jî îadeya girtiyan xwestiye lê wan ev qebûl nekirine.

Yek ji rêveberê girtîgehên Herêmê Başûrê Kurdistanê Şêrko Arîf diyar kir, di nav çarçoweya peymana ku di navbera Îran û Iraqê de sala 2015’an hatiye kirî, piştî Cejna Qurbanê wê pevguherîna girtiyan çêbibe.

Arîf diyar kir, Gulana 2015’an ji Başûrê Kurdistanê 96 girtî radestî Îranê hatine kirin û di ber vê de jî 5 girtî bi paş ve standin. Arîf diyar kir peymana ku hatiye girêdan girtiyên siyasî di nav xwe de venahewîne, pevguherîna girtiyan a îsal wê piştî cejnê were kirin.

‘DEWLETA TIRK JI ME NIKARÊ CEZAXWARIYAN BIXWAZE’

Arîf diyar kir, dewleta Tirk ji wan xwest ku kesên cezayê wan teqez bûne bidine wan  û wiha got, "Di navbera dewleta Tirk û hikûmeta navendî ya Iraqê de peyman hatiye girêdan. Ji me nikare tiştekî wiha bixwaze. Divê pirsgirêkê ji hikûmeta navendî ya Iraqê bixwaze."