Di nava 3 rojan de li Xûrmatû 18 kes mirin, bi dehan kes birîndar bûn

Li navçeya Xûrmatû , di şerê 3 rojan ê navbera pêşmerge û milîsên Heşd El Şebî de bi giştî 18 kes mirni, 34 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, di şerê 3 rojan de 18 kes mirin, 34 kes birîndar bûn. Di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de 6 jê Kurd, 12 jî milîsên Heşd El Şebî ne. Ji birîndaran jî 20 jê Kurd, 14 jî milîsên Heşd El Şebî ne. Di şer de 49 xanî û 100 kargeh hatin şewitandin.

TEVÎ HEMÛ HEWLDANAN JÎ RAGEŞÎ DEWAM DIKE

Qeymeqamê navçeya Xûrmatû ya ser bi parêzgeha Selahadînê Şelal Ebdul der barê şerê 3 roj in di navbera pêşmerge û milîsên Heşd El Şebî de diqewime daxuyaniyek da çapemeniyê û anî ziman ku ji bo bidawîkirina vî şerî hewldan dewam dikin, lê belê rageşiya li navçeyê hînê heye.