Di hilbijartinê serokatiya li Başûrê Kurdistanê de 5 rojên krîtîk

Ji bo hilbijartinên serokatiya Başûrê Kurdistanê 5 roj man, lê hînê di navbera aliyan de lihevkirinek çênebûye.

Ji bo hilbijartinên serokatiya Başûrê Kurdistanê 5 roj man, lê hînê di navbera aliyan de lihevkirinek çênebûye. PDK ferz dike ku Mesûd Barzanî careke din bibe serok. Tevgera Goran û YNK li dij derdikevin ku Barzanî yê dema wezîfeya wî qediya ye ji nû ve bibe serok.

Li Başûrê Kurdistanê, nîqaşên li ser serokê dema nû ku ev bi mehane tê kirin, ji ber nêrînên cuda yên partiyan, ne diyar in. Ji ber van nêrînên cuda, hînê ne diyar e ku hilbijartinên serokatiyê yên divê di 20'ê Tebaxê de werin kirin, pêk bên an na. PDK'ê piştî civîna 4 saetan a duh li navçeya Selahaddîn a Hewlêrê bi serokatiya Mesûd Barzanî pêk anî daxuyaniyek da. Di vê daxuyaniyê de PDK'ê çar partiyên li parlamentê bi pêkanîna darbeyê sûcdar kir.

NAKOKIYA LI SER RÊBAZA HILBIJARTINÊ

Li Başûrê Kurdistanê serokê herêmê di demên beriya niha de ji aliyê gel ve dihat hilbijartin. Mesûd Barzanî ku bi demeke dirêjî wezîfeya serokatiyê meşand, niha careke din ji aliyê PDK'ê ve tê xwestin ku dema wezîfeya wî bê dirêjkirin. Lê belê YNK û Tevgera Goran li dijî vê daxwazê derdikeve. Tevgera Goran û YNK di heman demê de dixwazin di dema nû de erkên serok bên bisînorkirin û ji aliyê parlamentê ve were hilbijartin. Partiay Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû Îslam) a li parlamentê xwedî komekê ye, li cihekî nêzî PDK'ê disekine. Partiya Civaka Îslamî ya Kurdistanê (Komala Îslam) nêzî YNK û Tevgera Goran e.

PDK li hemberî daxwaza YNK û Goran a 'Bila Serokê Herêmê ji aliyê parlamentê ve bê hilbijartinên û erkên xwe bê bisînorkirin' derdikeve, mercên heyî yên herêmê hincet nîşan dide û dixwaze dema serokatiyê ya Mesûd Barzanî careke din bê dirêjkirin.

REWŞA XITIMANÎ DEWAM DIKE

YNK û Tevgera Goran di 23'ê Hezîranê de pêşniyar kiribûn ku pirsgirêka serokatiyê li parlamentê bê nîqaşkirin, lê PDK'ê nerazîbûn nîşanî vê pêşniyarê dabû û tevlî nebûbû. Di vê rûniştinê de, weke nêrîna hevpar biryar hat dayîn ku serok ji aliyê parlamentê ve were hilbijartin. PDK'ê jî ev rewş weke darbeyekê nirxand. Lê belê YNK, Goran û gelek partiyên din, helwesta PDK'ê ya ku Mesûd Barzanî weke serok ferz dike, mîna dîktatorî û desthilatdariya yek şexsî dinirxînin.

Di dema piştî vê de her çend hevdîtin di navbear partiyan de hatin kirin jî, encamek derneket holê. YNK a ku dixwaze erkên serokê herêmê bên bisînorkirin û ji aliyê parlamentê ve were hilbijartin, pêşniyara endamê polîtburoya xwe Berham Salih jî red kir. Salih pêşniyar kir ku dema wezîfeya Barzanî 2 salên din bê dirêjkirin, lê di civîna polîtburo ya YNK'ê de ev pêşniyar hat redkirin.

5 ROJÊN KRÎTÎK

Ji ber ku pirsgirêka serokatiyê hînê nehatiye çareserkirin 5 rojên pêş ji bo Başûrê Kurdistanê demeke krîtîk e. 

PDK û YNK her çend li aliyên cuda ne jî dan xuyakirin ku ew ji hevdîtinan re vekirî ne. Lê belê ji ber ku di hevdîtin û muzakereyên heta roja îro de encamek derneket, ji bo 5 rojên pêş jî di warê çareseriyê de hêvî xuya nake.

EGER LIHEVKIRIN NEBE WÊ ÇI BIQEWIME?

Eger di anva 5 rojên pêş de lihevkirin nebe, li gorî qanûnên heyî dema serokê heyî diqede û erkên serok heta serokê nû bê hilbijartin wê radestî serokê parlamentê bê kriin. Lê belê ji ber krîza serokatiya herêmê û çaresernekirina pirsgirêkan, ne diyare ku Barzanî yê dema wezîfeya wî diqede erkê xw radestî serokê parlamentê bike yan na.

Ji xwe li gorî hin şîroveyên li ser qanûnan tên kirin, tê gotin ku heta hilbijartin neyê kirin û serokê nû neyê hilbijartin dema serokê berê dewam dike.

Piştî civîna li Selahaddînê PDK'ê rexneyên giran li serokê parlamentê Yûsûf Mûhammed ê ji Tevgera Goran kiribû û gotibû, "rewatiya xwe winda kir".  Ev daxuyanî weke ku 'eger hilbijartin neyê kirin wê Barzanî erkê xwe radestî serokê parlamentê neke' hat şîrovekirin.

NEDIYARÎ RÊ LI BER KRÎZA ABORÎ Û CIVAKÎ VEDIKE

Pispor hişyariyê didin ku krîza li qada siyasetê, krîza aborî û civakî ya li herêmê kûrtir dike. Di nava mehên dawî de 5 hezar ciwan ji Başûrê Kurdistanê reviyan derveyî welat. Di meha bihurî de 30 parlamenteran bang li parlamentê kirin ku ji bo nirxandina vê mijarê bicive, lê parlament neciviyabû.