Di 'ewlehiya' sîstemê de tacîz, tecawiz, fûhûş...

Di 'ewlehiya' sîstemê de tacîz, tecawiz, fûhûş...

Civaknas Ceyhan Tîmûr da zanîn ku çîroka herî bi êş pêşketinên ku piştî erdheja li Wanê bû û got; “Me bi xwe dît ku hêzên ewlekariyê yên ji bo ‘ewlehiya can û malê gel’ li wir bûn, çawa hewla taciz û tecawizkirina jin û keçikan dan û me dît ka çawa tevna fûhûşê di bin çavdêriya hêzên ewlekariyê de pêk hat.

Salek bi ser erdhejên di navbera 23’yê cotmeh û 9’ê mijdara 2011 de li Wanê pêk hatin re derbas bû. Di erdhejê de bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan, jiyana bi hezaran mirovan serûbin bûn û erdhejê herî zêde li jin û zarokan xistin.

Ji rayedarên Navenda Lêkolîn û Pêkanîna Pirsgirêkên Jinan a Wanê civanas Ceyhan Timûr ji ANF’ê re axivî. Tîmûr ji bandorên berçav ên erdhejê zêdetir, bal kişand ser bandora wê ya li ser jin û zarokan. Tîmûr got; “Tenê tiştek ji vê yekê bandor nebûye,ew jî hişmendiya nijadperest, otorîter û desthilatiya zayendperest e.”

‘MIROV BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ HATIN HIŞTIN’

Tîmûr da zanîn ku çîrokên bi êş ên li Wanê piştî erdhejê pêk hatin û got; “Mirov bi mirinê re rû bi rû hatin hiştin. Tîmûr destnîşan kir Walîtiya Wanê, Şaredarî û rêxistinên sivîl bi hev re nebûn yek û bal kişand ku xwestin ku alîkariya bi berpirsyariya dewletê ya piştî karesatê bi rêya cemeetên Îslamî belav bikin.

ALÎKARÎ DAN KESÊN JI BO EWLEHIYA JINAN PIRSGIRÊK ÇÊDIKIN

Tîmûr da zanîn ku wana bi xwe dît ku walîtiyê alîkarî nedan jin bi tenê dijîn, yên hevserên wan girtiyên siyasî û yên hevserên wan mirine û got; “Yanî cûdakariya li hemberî jinan di pêvajoya erdhejê de jî berdewam kir. Hema weke tundî, tacîz û tecawizê zêde bûn û berdewam kirin.

Tîmûrê bal kişand ser şert û mercên hewayê yên Wanê û diyar kir ku wana di konên weke zîndanên sergirtî de bi cih kirin û gelek zor bû ku em xwe bigihînin wana û got; “Me bi xwe dît ku hêzên ewlekariyê yên ji bo ‘ewlehiya can û malê gel’ li wir bûn, çawa hewla taciz û tecawizkirina jin û keçikan dan û me dît ka çawa tevna fûhûşê di bin çavdêriya hêzên ewlekariyê de pêk” Tîmûr da diyarkirin ku alîkarî dan kesên ku ji bo jinan pirsgirêkan çêdikin.

ERDHEJ XEZAYÎ BÛ, ZORDESTIYA AKP’Ê KRASET BÛ

Civaknas Ceyhan Tîmûr diyar kir ku ew gotina dewletê ya bi awayê “em bê amadekarî hatin girtin” ku ji bo erdheja Wanê hatibû gotin, qebûl nakin û got; “Hukûmetek xwedî hişmendiya nijadperest, otorîter û zayendperest, nexwest ji bo erdhejê rêbazên rast û saxlem bi kar bîne.”

Tîmûr bal kişand ser operasyonên siyasî yên di bin navê KCK’ê de li hemberî pêk tên û diyar kir ku piştî erdhejê polîsan bi ser mal û avahiyên VAKASUM’ê ya ku piştgirî dide jin û zarokan de giritn û endamên wê binçav kir û got; “Erdhej tiştek xwezayî bû. Lê helwesta zordest a hukûmetê karesateke tam bû.”

Tîmûr diyar kir ku herî zêde jinên di malbatên xizan de ji erdhejê bandor bûn û da zanîn ku ji ber erdhejê zayinên zû çêbûn.Tîmûr got; “Di konên hatibûn vedan de xizmet dihatin dayin û diyar kir ku nexweşxane bi temamî nedixebitîn û bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê.

Ceyhan Tîmûr der barê xebatên VAKASÛM’ê ya ku bi desteka şaredariyên BDP’ê hatiye avakirin yên di dema erdhejê de de jî agahî da.