Di êrîşa Qamişlo de sivîl hedef hatin girtin

Rêveberê Asayîşa Qamişlo Aslan Qamişlo diyar kir ku çeteyan nikarîbûn êrîşî navenda Asayîşê bikin, kesên sivîl hedef girtin.

Rêveberê Asayîşa Qamişlo Aslan Qamişlo diyar kir ku çeteyan nikarîbûn êrîşî navenda Asayîşê bikin, kesên sivîl hedef girtin.

Piştî êrîşa bombeyî ku îro nêzî navenda Asayîşa Qamişlo ya li nêzî herêma Sînayî ya Taxa Enteriyê ya Qamişlo pêk hate, Rêveberê Asayîşa Qamişlo Aslan Qamişlo li cihê teqînê daxuyaniya çapemeniyê da.

Qamişlo diyar kir ku komên çete rêya di navbera navenda Asayîşê û herêma Sînayî ya Enteriyê hedef girt û wiha got: “Çeteyên ku nikarîbûn navenda Asayîşê hedef bigirin, sivîlên di herêma Sînayî de hedef girtin.”

Qamişlo, da zanîn ku êrîşa bombeyî ku saet di derdora 09.20’an de pêk hat bi kamyoneke bombebarkirî kesekî êrîşa xwekujî pêk anî û wiha dom kir: “Di encama teqînê de hejmarek welatiyên sivîl  û endamê Asayîşa Qamişlo Ziyad Necar jî şehîd bûne.”

Qamişlo, destnîşan kir ku endamê wan Ziyad Necar dema kamyonê êrîşî navenda Asayîşê kir bi qehremaniyeke mezin li beramberî wê sekinî û wiha got: “Şehîd Ziyad nehişt êrîşkar bigihêje navenda Asayîşê û ji ber vê yekê xwe di rêya di navbera Asayîşê û herêma Sînayî de teqand.”

Qamişlo, destnîşan kir lêkolînên hêzên Asayîşê dewam dike û soz da hêzên wan wê bi hemû hêza xwe ji bo parastina sivîlan di hemû şert û mercan de kar û xebatên xwe bidomînin.

Qamişlo di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Êrîşên terorîst ên çeteyan wê vîn û îradeya hêzên Asayîşê û gelê me lewaz neke û em ê rêya xwe ya ji bo pêkanîna demokrasî û edaletê bidomînin.”