Rêveberê Giştî yê Asayîşa Rojava Ciwan Îbrahîm diyar kir ku di êrîşa xwekujî ya li dijî navenda Asayîşa Qamişlo pêk hat, endamekî Asayîşê jiyana xwe ji dest daye û 3 birîndar bûne.
Têkildarî êrîşa xwekujî ku îro di saetên sibê de li dijî navenda Asayîşa Qamişlo pêk hat. Ciwan Îbrahîm li cihê bûyerê ji hin saziyên çapemeniyê re axivî. Îbrahîm got ku îro saet nêzî 09.00’an kesekî ku madeyên teqemeniyê li ser xwe kiribû êrîş pêk anî.
Îbrahîm da zanîn ku kesê êrîşkar destpêkê gule li ser endamên Asayîşê yên ber derî reşandiye û di encamê de endamê wan ê parastina derî dikir jiyana xwe ji dest dide û êrîşkar derbasî hundirê avahiyê dibe û xwe diteqîne. Îbrahîm destnîşan kir ku birîndar rakirine nexweşxaneyê û rewşa hemû birîndaran baş e.
ÊRÎŞKAR BIYANÎ YE
Îbrahîm da zanîn ku li gorî lêkolînên wan ên destpêkê kesê êrîşa xwekujî pêk aniye kesekî ji derveyî Sûriyêye û got: “Çeteyên ku îdîaya Îslamê dikin, di Meha Remezana Pîroz de êrîşî Misilmanan dikin. Çete li dijî nirxên Îslamê û mirovahiyê tevdigerin.”