Hêzên Şoreşger ên herêmên Şehbayê der barê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser gundên Um El-Hoş, Um El-Qura û Hirbil yên herêmên Şehba, daxuyaniyeke nivîskî weşand û got; “Roja 2`yemîn a cejna qurbanê di saet 5’ê êvarê de, çeteyên DAIŞ’ê ji gundên El-Wehşiyê û El-Hesba ve, êrîşî nuqteyên hêzên Şoreşger ên Meclîsa Leşkerî ya Babê, Artêşa Şoreşgeran, Eniya Parastina Jinên Şehbayê, Tugaya El-Şemal El-Demokratî kirin.
Di encama bersivdayîna şervanan de, şer derket û heta sibeha roja din dom kir. Şervanan êrîşa çeteyan têk birin û herî kêm 6 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin. Her wiha miqdarek çek û cebilxaneyên çeteyan (11 rokêtên RPG, qenasek û 7 klêş )hatin desteserkirin.
Di vî şerî de 2 şervanên Hêzên Cebhet El-Ekrad jiyana xwe ji dest dan. Her wiha şervanekî din ku di 4`ê îlonê de li gundê Um El-Qura birîndar bibû jî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:
Nav û Paşnav: Eyûb Mehmûd Hisên
Nasnav: Zinar Gerver
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: 1998 gundê Qere Koz ê Şehba
Cih û Dîroka Şehadetê: 4/9/2016 - gundê Um Qura yê Şehba
******
Nav û Paşnav: Enwer Îmad El-Dîn Hemdoş
Nasnav: Hemdoş Cemal
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: 1996 gundê Kefer Cenê yê girêdayî Efrînê
Cih û Dîroka Şehadetê :13/9/2016 - gundê Um Qura
******
Nav û Paşnav: Mihemed
Nasnav: Rêber Dodiyanî
Cih û Dîroka Şehadetê: 13/9/2016 - gundê Um Qura”