Di êrîşa bombeyî ya li Girê Spî de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşa bombeya zindî ya li Girê Spî de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, piraniya wan zarok 16 kes birîndar bû.
Di êrîşa bombeya zindî ya li Girê Spî de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, piraniya wan zarok 16 kes birîndar bû.
Li herêma di navbera Dibistana Seretayî ya Zênep û Mizgefta Takva ya li bajarê Girê Spî yê Kantona Kobanê de, di dema derketina xwendekaran ji distanê de êrîşeke bi motorsîkleta bombebarkirî hat kirin. Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşê de Quteybe Berno (30) û jineke navê xwe nehat tespîtkirin, jiyana xwe ji dest da. Di teqînê de piraniya wan zarok 16 kes jî birîndar bûn.
10 ji birîndaran di Deriyê Sînor ê Akçakaleyê re derbasî nexweşxaneya dewletê hatin kirin. Evdilla Salih Ramazan (8), Îsmaîl Hico (8), Hemûd Elî (42), Îbrahîm Eyyup Qayid (10) doktorê diranan Halîl El Faris (25) û Nasir Berho (7) li nexweşxaneya Girê Spî tên dermankirin.