Di êrîşa Îranê de 4 kolber birîndar bûn

Li herêma Hewramanê di êrîşa hêzên Îranê de 4 kolber birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, hêzen dewleta Îranê doh li herêma Hewramanê ya Rojhilatê Kurdistanê gule berdan komek ji kolberan. Di encama êrîşê de 4 kolberên Kurd birîndar bûn.

Li gorî agahiyan kolberên birîndar bûn ji bajarên Merîwan, Bane û Sine ne.

Hate ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya 4 kolberên birîndar giran e.