Di çolê de jîngeh

Ger ku rojek pirsa, “tişta herê xweş ji bo we çî ye?” ji min were kirin hûn dizanin ez ê bersivek çawa bidim? Wê bersiva min ev be; “tişta herê xweş ew e ku, mirov bikeve di ferqa xwe de.”

Ger ku rojek pirsa, “tişta herê xweş ji bo we çî ye?” ji min were kirin hûn dizanin ez ê bersivek çawa bidim? Wê bersiva min ev be; “tişta herê xweş ew e ku, mirov bikeve di ferqa xwe de.” Ji bo min ketina ferqa xwe de ji bo mirovan gelek girîng e. Bi taybetî jî mirovahiya ku di nava qirêjiya modernîteya kapîtalîzm de xwe winda kiriye.

Kêliya ku ez li ser mijara gelo, em çiqasî di ferqa jiyan û hebûna xwe de ne lêhûrbûyîn dida çêkirin em ber bi Kampa Mexmûr ango Kampa Şehîd Rustem Cudî ve ketin rê. Bêguman ev nav û kamp ji bo mirovên baldar navekî ne biyanî ye. Mexmûr bi xwe jî bajarekî Başûrê Kurdistanê ye. Kampa Maxmûr jî, ji gelê ku desthilatdarî û zilma dewleta Tirk ne pejirandine û xwe radestê neyarê xwe ne kirine û neyar jî di encamê vê de gundê wan ango welatê wan şewitandine û ew jî neçar mane ku penaber bibin ava dibe. Ev penaber bûyîn jî sala 1995’an pêk hatiye. Gava gel bi xwe wê penabertiyê bi lêv dikin, gotin ji bo êş û zehmetiyên ku jiyan kirine namîne. Bêguman ma ne pêşiyên me gotine, “kesên ku jiyan dike ji halê hev fêm dike.” Belê ji bo vê gotinê jî ez t, tiştekê na bêjim. 

Di rê de em gelek cihan re derbas bûn, me gelek xweşî û dewlemendbûnên Kurdistanê dîtin. Her ku min didît di nava lêvên min de gotinên, “hezar cara heyf û mixabin” xwe rêz dikirin.  Nizanim em çiqasî di ferqa xwe dene lê ji derveyî me her kes xwe dike xwedî welatê me yê dewlemend û xweşik. Li ser welatê me çanda destdirêjiyê gelek kûr bûye. Lê em ne di ferqa vê dene. Ger em di ferqa vêde bin em ê bizanin li ser jiyan, hebûn û nasnameya me jî destdirêjî kûr bûye. Em bikevin di ferqa xwe de, welatê me ango em parî parî tên firotin. 

Gava em gihiştîn Maxmûrê bi xwe, ji çol û çolistanê zêdetir ti tiştek xwiya ne dikir. Toza çolê li rûyê me dixist û me ziwa dikir. Kêliya ku min ji xwe pirs dikir û digot; “bi rastî jî ma qey ti cureyên nebatan, daran, fêkiyan li van dera şîn nabe? Çima ti tiştekê ne çandine? Ji nişka ve ji dû ve çavên min darekê şîn ket. Weke ku ji min re bibêje ez li vir im, min bibîne. Wê demê di tevahî bedana min de tevizandina ku min nekarî ez bi nav bikim xwe da der. Min fêm kir ku em ketin Kampa Şehîd Rustem Cûdî de. Belê Kamp şîn bû. Ango gel jîngeha xwe bi daristan kiribû. Di deriyê her malekê de dar û nebatên cur bi cur hebû. Di heman demê de bexçeyê ku li ser navê serokê gelê Kurd Abdulah Ocalan jî çêkirine tevahî darên fêkî û yên cuda hebû. Ew dem min cardin fêm kir ku ger mirov bikeve zanabûna xwe de û yê xwezayê de ti tiştekê ku neke nîne. Çawa ku di çolê de jiyana xwe ava dikin, bedew dikin dikarin gelek tiştên din jî bikin. 

Belê di çolê de jîngeh avakiribûn. Ango jiyan, hebûn û estetîk… Bêguman dîtin û meyzekirina her mirovekê cûda ye. Dibe ku gelek kes gava dikevin kampê de di wan de meyzekirin û dîtina yekemîn gelek cuda be. Bêguman wisa ye jî lê, ji bo min dîtina yekemîn û ji min re jî xweş hat, di çolê de jîngeha xwe avakirin û hêşînahî kirina jiyana wan bû. Ew dem min cardin  yekitiya estetîkbûna fikir, hest, ruh û bedenê ji nêz de dît û şahidî jêre kir. Min bandora xweşikbûnê û xweşikbûna li ser hiş û hestên mirovan dît. Ango estetîkbûna ruh û fikir…    

Ji bo vê zêde gotin pêwîst nake, ev wêne bi xwe vegotina her tiştê dike. Lê cardin jî ez dixwazim ji we pirs bikim, “gava hûn daristanek, nebatek bi kurtasî hêşînahiyê di bînin di fikir, hest, raman, meyzekirin û di heman demê de bedana we de çi guhertin pêşdikeve. Lê hûn çolek ziwa û tozde çi guhertin xwe de his dikin. Hûn dikarin ferqa wê bikin. Ew dem em bikaribin, tevahî cîh û warê xwe bikin jîngeh. Ji bo ku em bi xwe jî jînde bibin. Ji xwe jiyan bi ketina ferqa xwe re tê jiyan kirin ma ne wisa ye… 

...