Di bin çavan de îşkence li zarokên Roboskiyî kirin

Derket holê ku îşkence li zarokên Roboskiyî yên hatin binçavkirin kirine. 4 zarokên piştî artêşa Tirk bi çekan êrîşî gelê Roboskî kirin hatin binçavkirin, ji aliyê dozgeriyê ve hatin berdan.

Derket holê ku îşkence li zarokên Roboskiyî yên hatin binçavkirin kirine. 4 zarokên piştî artêşa Tirk bi çekan êrîşî gelê Roboskî kirin hatin binçavkirin, ji aliyê dozgeriyê ve hatin berdan. Zarokê bi navê S.E, diyar kir ku leşkeran îşkence li wan kirine.

Li gundê Roboskî yê girêdayî Qilabana Şirnexê gelê li hember sewqiyata leşkerî derketin rastî êrîşa artêşa Tirk hat. Di êrîşê de zarokên bi navê S.E., Y.E., S.E. û U.E. hatin binçavkirin. Piştî ragirtina zarokan li Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê ya Qilabanê ew sewqî edliyeyê kirin. Her çar zarok piştî îfadeya wan hat girtin hatin berdan. Der barê zarokê bi navê U.E. de biryara serbestiya bi kontrol hat kirin.

Laşê zarokê bi navê S.E. ku reş û şîn bûye got, leşkeran hem heqaret li wan dikirin hem jî bi copan li wan didan. S.E. got, "Li me dan û em binçav kirin. Di wesayîta zirxî de em timî tehdît kirin. Bi gotina, ‘We kevir avêt me’ li me didan. Bi copan li serê me didan.”