Di demjimêrên serê sibehê de li navçeya Kerboran ya Mêrdînê di ser malan de girtin û 9 ciwan binçavkirin. Di nava 24 demjimêrên dawî hêjmara Kurdên hatine binçavkirin ji 70’ê borî.
Îro di demjimêrên sibehê de li navçeya Kerboranê di ser gelek malan de girtin. Serdegirtina ku li derdora demjimêr 06.00’an de pêkhat, hate ragihandin ku 9 ciwan hatine binçavkirin, her wiha nehat zanîn ku, serdegirtin bi çi hincetê hatiye kirin.
Ciwanên bi nave F.U., M.E.O., S.Ç., A.A., R.K., O.T., H.B. û du ciwanên din yên navên wan nehate zanîn, hate diyarkirin ku birine Midûriyeta Polîsan ya Navçeyê.
Di demjimêrên serê sibehê de polîsên girêdayî Midûriyeta Polîsan ya Navçeya Gogsî û leşkerên Fermandariya Cendirmeyan ya Navçeyê di ser gelek malên navçeya Gogsî û gundên derdor de girtin. Li navçeya ku serdegirtin hêjan didomin, di nav de rêveberê BDP’a Navçeyê Halît Kollu jî heyî herî kêm 7 kes hatin binçavkirin.
JI DUŞEMÊ Û VIR VE 73 BINÇAVÎ
Di nava 24 demjimêran de hêjmara Kurdên ku ji ber sedemên siyasî hatine binçavkirin giha 73’an.
Roja Duşemê rejima AKP’ê bi polîsên ku di bin navê KCK’ê de dîsan operasyon pêkanîbûn û herî kêm 57 kes binçavkiribûn.
Ji vana 28 kes li Wanê, 15 li Îdirê, 13 li Mêrsîn û kesek jî li Mûşê hatibû binçavkirin. Piraniya kesên hatine binçavkirin rêveberên herêmî yên BDP’ê, hilbijartî û nûner û endamên rêxistinên sivîl yên civakî ne.