Dewleta Tirk vê carê jî ketin û derketina Gabar û Cûdî qedexe kir

Dewleta Tirk a dagirker ji bo 15 rojan herêmên Gabar û Cûdî yên Bakurê Kurdistanê weke "Herêma Ewlekariyê ya Taybet" ragihand.

Li gorî Walîtiya Şirnexê navenda Şirnexê û Çiyayê Gabarê yê li bejahiya Basayê, Çiyayê Cûdî yê li navçeyên Silopiya û Cizîrê ji bo 15 rojan weke "Herêm Ewlekariya Taybet a Demkî" hate ragihandin.

Li gorî daxuyaniyê ji 25'ê Nîsanê heta 9'ê Gulanê ketin û derkerkina li herdu herêman hatiye qedexekirin.