Dewleta Tirk li herêma Zîlan di nav hewldana komkujiyan de ye
Hêzên dewleta Tirk, herêma Zîlan a girêdayî Erdîşê dorpêç kirin ji hewayê bombeyan dibarînin ser gundan.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku jinek hatiye qetilkirin.
Hêzên dewleta Tirk li herêma Zîlan a girêdayî navçeya Erdîş a Wanê di serî de gundê Tendurek gelek gund dorpêç kirin, zexta ‘Tavilê gundên xwe terk bikin’ li gundiyan dikin. Gund jî tên bombekirin. Gundiyên ku agahî dan ajansa me gotin: “Niha gundên me hatine dorpêçkirin. Ketin û derketina gundan hatiye qedexekirin. Ji hewayî gundên me tên bombekirin. Wê duyemîn komkujiya Zîlan rû bide me xelas bikin.”
Li gor agahiyên gundiyan, hêzên dewletê jinek qetil kirine.
Gundiyan ji bo komkujiyek rû nede banga hişyariyê kirin. Ketin û derketina gundan ku bi temamî hatiye qedexekirin, gelek ambulans û wesayîtên zirxî yên leşkerî ber bi herêmê ve bi rê ketin.