Ji ber êrîşên hewayî yên arteşa Tirk ên li hember Herêmên Parastinê yên Medya ku erd û zewiyên gundiyan zerareke mezin dibînin, gundiyan gotin, "Dewleta Tirk bi hinceta gerîlayên PKK’ê li van deran hene êrîşan dike. Bes derewan dike."
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
çarşem, 4 sermawezê 2015, 09:24
Êrîşên balafirên şer ên Tirk li hember Herêmên Parastinê yên Medya ku bi awayekî zêde didomin. Erd û zeviyên gundiyan tên bombekirin, gundî nikarin biçin nav erdên xwe. Nebatên gundiyên herêmê yên di nav zor û zehmetiyeke mezin de ji bo debara xwe diçînin ji ber êrîşên artêşa Tirk zerar dibînin.
‘EM JI BER BOMBERDÛMANAN NIKARIN BIÇIN NAV ERDÊ XWE’
Yek ji niştecihên gundên li herêmê dayika bi hevserê xwe re dijî, anî ziman ku ji ber êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk nikarin xew bikin, nikarin biçin nav erdê xwe û got: “Me xaniyê xwe di nav erdê xwe de ava kiriye. Fêqiyên me hene. Lê belê ji ber êrîşên balafiran kes nayê nakire. Ji ber bomberdûmanan darên me yên gûzan zerar dîtin. Ez bi xwe ji ber êrîşên balafiran newêrim biçim nav erd.”
Li ser gotinên rayedarên Tirk ku dibêjin kampên gerîlayan bombe dikin jî dayikê got: “Dewleta Tirk bi hinceta gerîlayên PKK’ê li van deran hene êrîşan dike. Bes derewan dike. Ti gerîlayên PKK’ê li van deran nînin. Gerîlayên PKK’ê nayên van deveran dewleta Tirk derewan dike.”
‘DEWLETA TIRK GUNDÊN ME WÊRAN DIKE’
Yek ji niştecihên herêmê yê bi navê Seîm jî anî ziman ku dewleta Tirk bi bi bomberdûmanan zerarê li mal û milkên wan dike û wiha dewam kir: “Zerarê li gund û xaniyên me dikin. Zarokên me ji ber bomberdûmana balafiran ditirsin. Dewleta Tirk çiyayên me dişewîtine, gundên me wêran dike.”
Seîm da xuyakirin ku ji ber êrîşên balafiran nikarin sewalên xwe biçêrînin û got: “Em nikarin li çiyayên xwe bigerin. Sewalên xwe xwedî bikim.”
Li ser gotinên dewleta Tirk ku dibêje li wan deveran sivîl nînin jî Seîm got: “Dewleta Tirk derewan dike.”
‘EM NEWÊRIN BÊN NAV ERDÊ’
Yek ji niştecihê din jî anî ziman ku êrîşên artêşa Tirk kar û xebatên wan têk birine û wiha dewam kir: “Em ji ber tirsa balafiran newêrin bên nav erdê xwe. Balafirên Tirk zerar dan me. Ji ber balafirên artêşa Tirk em newêrin bên nav erdê xwe, lewma em erd kêm av didin, hemû pûç dibin.”