NÛ BÛ

Dewleta Tirk a nikare li Nisêbînê berxwedanê bişikîne, xaniyan dişewitîne

Li Nisêbîna berxwedêr, terora dewleta Tirk û berxwedana li hemberî vê terorê di roja 9. de ye. Hêzên rejîmê yên nikarin li Nisêbînê bi pêş de biçin, top û hawanan davêjin taxên berxwedanê.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, berxwedana hêzên YPS'ê ya li hemberî êrîşên hêzên dewleta Tirk, di roja 9. de dewam dike. Hêzên rejîma Tirk ên ev 9 roj in nikarin bi pêş de biçin, xwe vekişandin û top û hawanan davêjin taxan. Li taxên berxwedanê, duh bi şev car carna dengê çekan hat. Danê sibehê jî topbaranê ji nû ve destpê kir. Li maleke li taxa Firatê ku hawan lê ket, şewat derket. Hêzên dewleta Tirk nehiştin ekîbên arkujiyê xwe bigihînin herêma dû bi ser ketiye. Bi maşînên zirxî yên bi tîpa kîrpî re bênavber leşker û polîsên ber bi taxan ve tên veguhastin. Li hin cihan teqînên rû dan û ambûlansan berê xwe dan herêmê. Her wiha wesayîtên Ford Ranger jî gelek caran diçin bi aliyê taxan ve.

Li aliyê din, polîsên 'tevgera taybet' Salona Sporê ya Nisêbînê ya li ser rêya Mîdyatê ye ji xwe re weke biryargehê bi kar tînin. Her roj çend otobusên tijî tîmên 'tevgera taybet' dikevin hundirê salona sporê. Wekî din wesayîtên bi tîpa Ford Ranger jî li vê derê di nava liv û tevgerê de ne.

Li Nisêbîna berxwedêr êrîş bi giranî li hemberî taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcleyê tên kirin. Li hemberî êrîşa bi tank, top, hawan û çekên giran, hêzên YPS û YPS Jin bi berxwedanê re bersivê didin.

ÇALAKIYA LI HEMBERÎ TÎMÊN TAYBET

Di vê navberê de îro li hemberî tîmên taybet ên li navçeyê terorê dikin, çalakiyek hat lidarxistin. Hat ragihandin, di encama vê çalakiyê de 1 endamê 'tîmên taybet' ên Tirk hat kuştin, 7 jî bi giranî birîndar bûn.