BI DÎMEN

'Dewlet nikare diyarê Rahşanan tine bike'

Dayika Rahşan Demîrel a li dijî zilma dewleta Tirk bedena xwe dabû ber agir Emîne Demîrel diyar kir, dewleta Tirk nikare diyarê Rahşan û lehengên mîna wê Nisêbînê tine bike.

Rahşan Demîrel a ji Nisêbînê, li dijî komkujiyên Cizîr û Nisêbînê di sala 1992'an de li ber sûrên Kadîfekale ya Îzmîrê bedena xwe dabû ber agir. Malbata Rahşanê, ji ber êrîşên dawî neçar mabû ji Nisêbînê derkeve. Dayik Emîne Demîrel ji ANF'ê re axivî û got, "Em ê li Nisêbînê vegerin û xwerêveberiyê ji nû ve ava bikin." Demîrel banga yekîtî û hevgirtinê li gelê Nisêbînê kir.

'DEWLET NIKARE DIYARÊ RAHŞANAN TINE BIKE'

Dayik Demîrel bibîr xist, ku keça wê Rahşan li taxa Zeynel Abîdîn a Nisêbînê ji dayik bû û diyar kir, di 1992'an de jî li Nisêbîn, Cizîr û Silopiyayê mîna îro êrîş û komkujî ji aliyê dewletê ve hatibûn kirin. Demîrel got, "Rahşanê bedena xwe da ber agir û wê rojê bersiv da komkujiyan. Bersiva wê zelal bû. Em îro jî dibînin, dewlet Nisêbîn a Rahşan lê ji dayik bû, xera dike. Li beşeke mezin a Nisêbînê hovîtî û talanê dike."

Demîrel got, "Li Nisêbînê zarokên me, lehengên me, miriyên me, dîroka me hene" û destnîşan kir, ku divê ew heta dawiyê li ber xwe bidin. Demîrel ev bang kir; "Em ê li hemberî talan û komkujiyên li Nisêbînê heta dawiyê li ber xwe bidin. Li pêşberî qewimînên li wê derê, em ê bêdeng nemînin. Em ê li ber xwe bidin. Em ji dewleta Tirk re dibêjin, 'em dixwazin bi hev re bijîn' lê hûn bi hovane êrîşî me dikin. Li pêşberî şewitandin û xerakirina Nisêbîna diyarê Rahşan û lehengên mîna wê, divê em bêdeng nemînin."

'EM Ê HETA DAWIYÊ LI HEMBERÎ TALAN Û KOMKUJIYÊ LI BER WE BIDIN'

Demîrel da xuyakirin, ku ew weke dayikekê, weke Kurdek li Nisêbînê mala wê talan bûye ji dewleta Tirk re dibêje, "Ya hûn ê hurmetê nîşanî terciha gelê Kurdistanê bidin, ya jî em ê heta dawiyê vê berxwedanê li ser şopa şehîdên xwe bidomînin."

Dayik Emîne Demîrel da zanîn, dewleta Tirk dixwaze dîrok, nirx, û şehîdên Nisêbînê tine bike û ji gelê Nisêbînê û tevahiya gelê Kurdistanê re got, "Em ê yekîtî û hevgirtina xwe bidomînin. Li hemberî van êrîşên hovane em ê bi serbilindî bisekinin. Em neçar in sekneke bi vî rengî nîşan bidin. Em ê li Nisêbînê vegerin û berxwedana xwerêveberiyê, ji nû ve avakirinê bidomînin."

'EM Ê XWERÊVEBERIYÊ AVA BIKIN'

Demîrel da xuyakirin, ku dewleta Tirk bi tank, top û balafiran Nisêbîn dagir kiriye, goristan xera kriine û ev herêm veguherandiye cihê derbasbûna wesayîtên zirxî. Demîrel anî ziman, dewleta Tirk hurmetê nîşanî cenaze û ti nirxên însanî nade û got, "Me mala kesî talan nekir. Em dixwazin li welatê xwe xwe bi rê ve bibin." Demîrel destnîşan kir, ti êrîşa hovane wê nikaribe wan ji berxwedana xwerêveberiyê vegerîne.

...