'Dewlet li dijî kê şer dike, mûxatabê çareseriyê jî ew e!'

Nûnerê Eşîra Ramanê ya ji 20 hezar nifûê Suleyman Ozdemîr ku weke 'Rûspiyekîn' Êlihê tê qebûlkirin, destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd bêyî hevdîtina bi mûxatabên xwe re nikare bê çareserkirin.

AKP'ê da xuyakirin, ku di çarçoveya projeya 'yekîtiya mîllî û biratiyê' de ew ê pirsgirêka Kurd bi cerdevan, mele û lîderên eşîran re çareser bike. Nûnerê Eşîra Ramanê ya ji 20 hezar nifûê Suleyman Ozdemîr ku weke 'Rûspiyekîn' Êlihê tê qebûlkirin, destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd bêyî hevdîtina bi mûxatabên xwe re nikare bê çareserkirin.

Lîderê Eşîra Ramanê Suleyman Ozdemîr da xuyairin ku mûxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd her du aliyên şer dikin e û anî ziman ku rêveberên ji aliyê gel ve li ser zemîna demokratîk hatine hilbijartin, tine tên hesibandin. Ozdemîr bibîr xist, ku kurê wî Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr û encamên meclîsa şaredariyê ji wezîfeyê hatine dûrxistin û diyar kir ku der barê 'projeya yekîtiya mîllî û biratiyê' ya ku AKP bi vê yekê re ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd cerdevan û meleyan mûxatab nîşan dide, ew pêwîstî bi nirxandinê jî nabîne.

MÛXATABÊN PIRSGIRÊKA KURD DIYAR IN

Ozdemîr destnîşan kir ku mûxatabên pirsgirêka Kurd 'diyar' in û got, "Me berî 10 rojan mûxatabên pirsgirêka Kurd şandin meclîsê. Her çend li nava civakê em bi rola rûspiyan radibin jî, ji aliyê siyasî ve me ji xwe re rêveber hilbijartin e. Ji ber vê yekê mûxatab parlamenterên HDP'ê ne. Bila ranebin nebêjin cerdevan, şêx, mele mûxatab in. Pêwîstî pê nîne ku ji xwe re li mûxataban bigerin, ji ber ku mûxatab diyar in. Eger bi rastî jî li mûxataban digerin, mûxatabên gelê Kurd ên li meclîsê diyar in. Li aliyê din, tu li hemberî kê şer dike, mûxatab jî ew e. Ez ne berdevkê cerdevan, meleyan im, nikarim li ser navê wan tiştekî bêjim. Lê belê eger tu yên ji bo hebûna Kurdan 40 sal in têdikoş in mûtaxab nabîne, wê demê ti niyeteke te ya çareseriyê nîne, tu di şer de israr dike. Bêyî hevdîtina bi mûxatabê pirsgirêkê re, dewlet nikare xwe bigihîne çareseriyê."

JI BILÎ OCALAN NIKARIN VÊ PIRSGIRÊKÊ ÇARESER BIKIN

Ozdemîr da xuyakirin ku gel dizane ku AKP di pêvajoya çareseriyê de samîmî nîne û destnîşan kir, ku li derveyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lêgerîna li çareseriya pirsgirêka Kurd nepêkan e. Ozdemîr got, "Banga ji bo AKP'ê jî êdî ne pêwîst e. Ji ber ku derdê yekane yê AKP'ê, windakirina demê ye. Pêvajoya çareseriyê jî windakirina demê bû. Diyar e ku ev pirsgirêk wê bi kê re bê çareserkirin. Aktorê sereke yê çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e. Dewlet bi qasî min dizane ku ev pirsgirêk ji bilî Ocalan nayê çareserkirin. Dewletê 40 sal in ev pirsgirêk bi şer çareser nekir. 40 salên din jî derbas bibe, nepêkan e bi şer çareser bike."

...