'Dewlet dixwaze komkujiyan bike'
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel diyar kirin ku rewşa li Farqînê êdî nayê tehemûlkirin û gotin, "Dewlet dixwaze li Farqînê qetlîamên komî bike."
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel diyar kirin ku rewşa li Farqînê êdî nayê tehemûlkirin û gotin, "Dewlet dixwaze li Farqînê qetlîamên komî bike."
Anli diyar kir ku gelê Farqînê êdî gihaye radeya teqînê û destnîşan kir, ku eger dewlet dawî li qedexeyê nîne wê li Farqîn û navçeyên din bûyerên gelekî mezin ên civakî rû bidin. Demîrel bêdengiya raya giştî ya Tirkiyeyê ya li pêşberî rewşa Farqînê rexne kir û xwest, derhal xwedî li Farqînê bê derketin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel, qedexeya derketina derve ya li Farqînê ku di roja heyştemîn de ye û êrîşên hêzên dewletê ji ANF'ê re nirxandin.
Anli got, "Li navçeyeke me ya mezin Farqînê, ev heft roj in derketina derve qedexe ye. Li sê taxan rewş niha gelekî giran e. Êdî gihaştiye radeyeke welê ku di her kêliyê de komkujiyeke gelekî mezin dikare rû bide. Ev hefteyeke dengê çekan kêm nebûye. Dewlet bi her şêwe çekên giran û çekên tinekirina girseyî, êrîşî taxan dike."
Anli da xuyakirin ku ev hefteyeke xwarin, av û elektrîk nîne û destnîşan kir ku êdî tehemûl li vê rewşê nayê kirin. Anli ragihand ku duh du sivîlên din jî hatin qetilkirin û diyar kir ku hejmara sivîlên di dema qedexeya derketina derve de ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin, gihaşt şeş kesan.
'DEMA HATIYE KU ÊDÎ JI AKP'Ê RE BÊ GOTIN; RAWEST E'
Anli da zanîn ku dem hatiye mirov ji van pêkanînan re bêje 'Êdî bes e' û got, "Her kesên ji xwe re dibêje ez mirov im, ez demokrat im', divê bêdeng nemîne û xwedî li Farqînê derkeve. Çawa ku ji bo Kobanê û Cizîrê bi mîlyonan mirov rabûn berxwedanê û xwedî lê derketin, girîng e heman xwedîderketin ji bo Farqînê bê kirin. Gelê Farqînê li benda piştgirî û xwedîderketinê ye."
Anli bang kir ku qedexeya derketina derve derhal bê rakirin û bang li her kesî kir ku li dora Farqînê bicivin. Anli destnîşan kir ku êdî deqeyek bi tenê nemaye ku mirov winda bikin.
Anli her wiha da zanîn ku qeymeqamê navçeyê di hevdîtina bi rêxistinên civakî yên sivîl re diyar kiriye ku qedexeya derketina derve wê dewam bike.
'EV POLÎTÎKAYEKE NAVENDÎ YE'
Anli da xuyakirin ku qedexeya derketina derve ya li Farqîn û navçeyên din, konsepteke navendî ye û got, "Serokkomar di daxuyaniyên xwe de zimanekî gelekî zelal bi kar tîne; dibêje ku wê hema polîtîkayên ewlekarîperest bidome. Em dibînin ku polîtîkaya 'Em ê bieciqînin, biqedînin' tê meşandin. Hem li çiyê hem jî li nava bajaran êrîşên gelekî giran hene."
Anli ragihand ku xuyaye wê êrîşên li hemberî gel dewam bikin û bang li gel kir ku rabe ser piyan.
'GEL GIHAŞTIYE RADEYA TEQÎNÊ'
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli diyar kir ku li hemberî rewşa diqewime gel gelekî bi hêrs e û destnîşan kir, ku gel gihaştiye radeya teqînê. Anli got, "Qedexeya derketina derve êdî nikare bê tehemûlkirin. Em dibînin ku gelê Farqînê li ber teqînê ye. Eger ev rewş bêhtir bê dewamkirin wê temamiya Farqînê û tevî farqînê hemû navçeyên din bi heman rengî nerazîbûnên civakî di asteke cidî de nîşan bidin. Ya ku îro divê derhal bê kirin, terikandina polîtîkayên ewlekarîparêz e û rakirina van qedexeyan e. Em bi şik û guman dişopînin, eger ev rewş dewam bike wê encam gelekî giran û tirsnak be."
'TEMAMIYA FARQÎNÊ HATIYE DORPÊÇKIRIN'
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel diyar kir ku ne tenê sê tax, temamiya Farqîn hatiye dorpêçkirin û anî ziman ku dewlet tank, top û hemû çekên xwe yên giran re dor li Farqînê pêçandiye. Demîrel got, "Li Farqînê her roj sivîl tên qetilkirin, bi tank û topan mal tên hilweşandin. Niha em nikarin agahiyan bigirin ku li her sê taxan kê jiyana xwe ji dest dane."
'DARBE HEYE, LÊ RAYA GIŞTÎ YA TIRKIYEYÊ BÊDENG E'
Demîrel bêndegiya raya giştî ya Tirkiyeyê ya li pêşberî rewşa li Farqînê rexne kir û daketina tankan ji bo navçeya Sîncanê bibîr xist. Demîrel got, "Dema di sala 1997'an de tank daketin navçeya Enqere Sîncanê, her kesî got, 'darbe bûye' û cîhan rabû ser piyan. Lê îro, di sala 2015'an de desthilatdariya AKP'ê bi tank, top û hemû wesayîtên xwe yê zirxî Farqîn dorpêç kiriye, darbe kiriye, lê raya giştî ya Tirkiyeyê bêdeng e. Di vê mijarê de em bang li saziyên civakî yên sivîl û derdorên deokrasiyê yên li Tirkiyeyê dikin ku bên Farqînê, rewşê bibînin û destekê bidin."
'DEWLET DIXWAZE KOMKUJIYÊ BIKE'
Demîrel da xuyakirin ku li Farqînê mirov nikarin ji malên xwe derkevin, dema derdikevin jî ji aliye sekvanan ve tên qetilkirin û got, "Dewlet ji mirovên me re dibêje 'eger hûn derkevin derve, ez ê we bikujim'. Li aliYê din jî bi tank û topan malên mirovên me xera dike, mirovan di malê de dikuje. Mirovên ji bo di nava malê de neyên kuştin derdikevin derve, vê carê li derve ji aliyê dewletê ve tên kuştin. Yanî ev hovîtiyeke, ev zilmek e. Ev yek li ti devera cîhanê nehatiye dîtin. Dewlet dixwaze qetlîamên komî bike."
Demîrel herî dawî, ji bo pêşî li komkujiyên mezin bê girtin bang li her kesî kir ku tavilê xwedî li Farqînê derkevin.