'Destketiyên li Rojava encamên Pêngava 15'ê Tebaxê ne'
Li Hesekê bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê civînek hat lidarxistin.
ANF
HESEKÊ
şemî, 15 gelawêjê 2015, 11:25
Li Hesekê bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê civînek hat lidarxistin.
Di civîna ji aliyê TEV-DEM'ê ve hat organîzekirin de, tevî bi sedan kesan nûnerên PYD, Mala Jin, Yekîtiya Star û saziyên civakî yên sivîl amade bûn.
Endama Koordînasyona TEV-DEM'ê ya Kantona Cizîrê Hanîfe Hisin di civînê de bal kişand ser girîngiya 15'ê Tebaxê û got, "Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo Kurdan destpêka dîrokeke nû ye. Bi vê dîrokê re Kurd ji nû ve derketine holê. Ji ber vê yekê 15'ê Tebaxê ji bo Kurdan vejîneke nû ye. Destketiyên li Rojava encamên Pêngava 15'ê Tebaxê ya bi felsefeya Rêber Apo û pêşengtiya fermandar Egîd hat destpêkirin e."
Civîn bi qîrîna dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.