Desteya Bilind a Kurd bi rojeva awarte civiya

Desteya Bilind a Kurd bi rojeva awarte civiya

Desteya Bilind a Kurd li ser geşedanên dawî civînek awarte li dar xist. Di civînê de li hemberî êrîşên li ser destkeftiyên kurdan, girîngiya yekbûna helwesta kurd hate nîqaşkirin. Her wiha ji Encumenî Niştimanî jî hate xwestin ku li hemberî partî û kesayetên girêdayî wan û tê gotin di nava hewldanên xeternak de ne, helwestekê nîşan bide.

Civîn li navenda desteyê ya li bajarê Qamişlo bi beşdariya 5 endamên desteyê hate lidarxistin. 5 endamên din ên desteyê ji ber ku li derveyî bajêr bûn û bi hinek karên din re mijûl dibûn, tevlî civînê nebûn. Di civînê de li ser bûyerên dawî yên li Suriyeyê û bi taybetî bûyerên li Efrîn, şerê li gundê Qestelê Cendo, hinek derdorên kurd tê gotin di nava hewldanên xeternak de ne, nîqaş hatin meşandin.

Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl derbarê civînê de agahî dan ANF'ê û diyar kir ku di civînê li ser pêwîstiya nêzîkbûnek hesas û nêrînek hevpar rawestiyan e. Aldar Xelîl, anî ziman ku bi taybetî li ser girîngihiya yek kirina helwesta kurd a li dijî êrîşên li ser destkeftiyên kurdan rawestiyan û wiha got: "Hinek hêzên wekî Tirkiyeyê dixwazin li herêmên wekî Ezazê komên girêdayî xwe bixin dewreyê û aramiya herêmên kurdan ji holê rakin. Lewre divê li dijî van êrîşên li ser aramiya herêmên kurdan helwestek yek girtî bê nîşandan."

Xelîl, anî ziman ku di civînê de li ser hin alî û kesayetên ku tiliya wan di van êrîşan de heye jî rawestiyane û wiha pê de çû: "Di nîqaşan de hate xwestin ku Encumenî Niştimanî li ser gotinên derbarê partiya Azadî de lêkolînan bike û encamekê derxîne holê. Her wiha ji Encumena Niştimanî hate xwestin ku li dijî kesayet û partiyên girêdayî wan ên ku tê gotin di nava hewldanên xeternak de ne, helwestek zelal nîşan bide."

Xelîl, got ku wan mijara windabûna Endamê Polît Buro ya Partiya Demokratî Kurd li Suriyê Behzat Dorsin jî nîqaş kiriye û ji bo aqubeta wî bê zanîn li hevkirine ku hewldan bêne zêdekirin.

Aldar Xelîl, da zanîn ku nîviya endamên desteyê tevlî civînê nebûne, loma jî mijarên wan nîqaş kirine wekî biryar derneketine, wekî tavsiyeyê ji partiyan re hatine pêşkêşkirin, lê dema hemû endamên desteyê hatin cem hev, ev dê wekî biryar bêne derxistin.