Dêrsimî: Em ê her du namzetên HDP'ê jî bişînin Meclîsê
Dêrsimiyan dan xuyakirin ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de alternatîfa bi tenê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ye û destnîşan kirin ku ew ê her du namzetên HDP'ê bişînin Meclîsê.
Dêrsimiyan dan xuyakirin ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de alternatîfa bi tenê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ye û destnîşan kirin ku ew ê her du namzetên HDP'ê bişînin Meclîsê.
Dêrsimiyan dan xuyakirin ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de alternatîfa bi tenê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ye û destnîşan kirin ku ew ê her du namzetên HDP'ê bişînin Meclîsê. Dêrsimiyan diyar kirin ku HDP dengê Elewî û hemû bindestan e û banga destekkirina HDP'ê li her kesî kir.
'EM RÊYA XWE BI HDP'Ê RE RONÎ BIKIN'
Pîr Welî got, "Ji bo azadiya ziman, çand, dîrok û baweriya me alternatîfa bi tenê HDP ye" û diyar kir ku HDP bendê derbas bike wê demokrasî xurt bibe û pirsgirêkên mafên mirovan çareser bibin.
Pîr Welî got, "Di televîzyon û rojnameyan de em dibînin; wekîlên me her tim li kolanan e, li gel guhdarî dikin, li gel dipirsin. Ji bo gel dixebitin. Divê yên ji bo gel dixebitin biçin Meclîsê" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Yekane partiya ku li çareseriya pirsgirêkên Elewiyan, Sersoran digere, HDP ye. Ne tenê dengê Elewiyan e, dengê tevahiya civaka bindest e. Yanî HDP dengê mazlûman e. Me her tim li cem mazlûman cih girt. Ji vê derê bang li ciwanên me dikim; weke alîgirê mazlûman em HDP'ê xurt bikin. Bi xurtbûna HDP'ê re gelên me wê xurt bibin, bawerî, dîrok û rêya me wê winda nebin; wê bigihêje pêşeroj û zarokên me. Ji bo vê jî em rêya xwe radestî tarîtiyê nekin, em emanetî ronahiyê bikin."
'YEKANE HÊZA DIKARE LÎSTIKA 92 SALAN TÊK BIBE HDP YE'
Tekîn Can ê 47 salî yê li navenda bajêr bi firotina şêrînahiyê re debara xwe dike got, "Yekane partiya ku niha dikare bersivê bide pirsgirêkên me HDP ye. Lewma em ê dengê xwe ji bo partiya dengê xwe bikar bînin. Em ê destekê bidin HDP'ê."
Aysel Yildirim jî ragihand ku ew neçar in du parlamenteran derxînin û got, "92 sal in Dêrsim wekîlan derdixîne, lê belê 92 sal in her tim mêr Dêrsimê temsîl dikin. Bi Partiya Civaka Demokratîk (DTP) re çawa ku Dêrsim yekemîn Şaredara xwe ya jin hilbijart û dengê me bilind kir, îro jî bi heman rengî ji bo xerakirina lîstika 92 salan, bi hilbijartina Edîbe Şahîn re em ê ji Dêrsimê du wekîlan derxînin."
Yildirim ev peyam da: "Dêrsim diyarê Zarîfe, Besê, Zîlan û Sakîneyan e. Em jî weke jin soz didin van rêhevalên xwe... Yekane hêza dikare lîstika 92 salan xera bike, HDP ye. Lewma jin û ciwan ji bo têkbirina lîstika 92 salan divê li cem HDP'ê cih bigirin."