Dêrsimê name ji Enqereyê re şand: Divê pêvajoya çareseriyê bidome
Hevberdevkên Meclîsa Ciwanan a ji bo Aştiya Civakî Eylem Çelîk û Ferhat Guven, ji bo dewamkirina pêvajoya aştiyê ji Serokkomarî, Serokwezaretî û partiyên li Meclîsê re nameyek şandin.

Hevberdevkên Meclîsa Ciwanan a ji bo Aştiya Civakî Eylem Çelîk û Ferhat Guven, ji bo dewamkirina pêvajoya aştiyê çûn PTT a Dêrsimê û ji Serokkomarî, Serokwezaretî û partiyên li Meclîsê re nameyek şandin.
Guven li ber PTT'ê daxuyaniyek da û diyar kir ku hikûmet hînê nehatiye avakirin, Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî gotiye 'pêvajoya çareseriyê biqede wê demê em ê hikûmetê ava bikin' û wiha peyivî: "Em jî ji MHP'ê re dibêjin; Dema dayikên ji Dêrsimê, Mersînê, Aksarayê, Manîsayê li ser zarokên xwe bigirîn, dema darbest werin pêş malan, tuyê wê çaxê li ser wan kursiyên wezaretên koalîsyonê karibî bi dilrehetî rûnê?"
Çelîk jî anî ziman ku pêvajoya aştiyê bi giranî ji aliyê jin û dayikan ve tê meşandin û got, "Daxwaza hevpar a dayikên gerîla û dayikên leşkeran, dewamiya aştiyê ye. Em jî ji bo dewamî û mayîndebûna aştiyê ji Dêrsimê dixwazin bang bikin."