Derb li wesayîteke çeteyan hat xistin
Di çalakiyeke li Şengalê de derb li wesayîteke çeteyan hat xistin.
Di çalakiyeke li Şengalê de derb li wesayîteke çeteyan hat xistin.
Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê, der barê çalakiyên li Şengalê de daxuyaniyek weşand.
Fermandariyê got, "Roja 22'ê Îlonê piştî nîvro, li taxa Xeyr Nasir li hemberî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyeke sûîqestê hatiye kirin. Di vê çalakiyê de çeteyek birîndar bûye.
Roja 22'ê Îlonê saet di 12:00 de, yekîneyên me yên berxwedanê, li ser rêa giştî ya li navenda Şengalê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di vê çalakiyê de jî derb li wesayîteke çeteyan hatiye xistin."