Depoyên genim ên li Minbicê hatin rizgarkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê depoyên genim ên dikevin başûrê Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê depoyên genim ên dikevin başûrê Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.
Operesyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ya rizgarkirina Minbicê di roja xwe ya 24`an de didome.
Li gor nûçeya ANHA'yö, îro di saat 15:30`an de şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li başûrê bajarê Minbicê operasyonek dan destpêkirin û li herêmê şerên dijwar rû dan.
Hate diyarkirin ku di encama operesyonê de şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê depoyên genim ên stratîjîk ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û li herêmê pêşveçûna şervanan didome. Bi rizgarkirina depoyên genim ve di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û navenda bajar de 2 kîlometre dimîne.
Li eniyên rojhilat û rojava jî di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ`ê de şerên dijwar diqewimin.