Dengê 6 mîlyon hilbijêran di hucreyê de ye

Hevserokên Giştî jî di nav de 10 parlamenterên HDP'ê hê di hucreyê de ne. Parlamenterên HDP'ê yên bi dirûşma 'Jiyana Nû' dest bi têkoşînê kirin, vîna zêdeyî 6 mîlyon kesî temsîl dikin.

Piştî ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da xuyakirin, ku ew ê weke partî tevlî hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîrana 2015'an bibe, hikûmetê dest bi gef û şantajê kir û bi vî rengî xwest, HDP'ê ji vê biryarê vegerîne. Lê belê rêveberiya partiyê bi desteka gel ji biryara xwe venegeriya. HDP'ê bi dirûşma 'Jiyana Nû' dest bi têkoşîna xwe ya hilbijartinê kir û bi dirûşma "Em ê te nekin serok" helwesteke zelal li dijî xeyala serokatiyê ya AKP'ê û Tayyîp Erdogan nîşan da bû. Vê helwestê di nava gel de deng veda û HDP'ê bi hêzeke mezin xwe ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê amade kir. Heta wê rojê gelek buroyên hilbijartinê û avahiyên partiyê hatin bombekirin, li navçeya Kanîreş a Çewlikê ajokarê wesayîta hilbijartinê Hamdûllah Oge hate kuştin, 2 roj beriya pêkhatina hilbijartinê li dijî mîtînga hilbijartinê ya Amedê êrîşa bombeyî hat kirin, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi qasî 400 kes jî birîndar bûn.

Di roja hilbijartinê de, zêdeyî bendewariyan HDP'ê gaveke mezin avêt û bi rêjeya ji sedî 13,12'an benda hilbijartinê hilweşand. Ev yek dihat wateya dengê 6 mîlyon 57 hezar 506 deng. HDP'ê li 14 bajaran bi rêjeyeke bilind bû yekemîn û 80 parlamenter şand meclîsê. Bi vî awayî hêviya demokrasî, wekhevî û azadiyê li Tirkiyeyê şîn kir.

Piştî ku HDP ji bendê derbas bû û komeke xurt li Meclîsê ava kir, xeyalên Erdogan ên ji bo sîstema serokatiyê li ber avê çû û pêşî li avabûna rejîmeke dîktator hate girtin. Di heman demê de desthilatdariya 13 salan a AKP'ê qediya. AKP ku xwe li vê têkçûnê ranegirt, ji nedil dest bi danûstandinên ji bo avakirina koalîsyonê kir, bi CHP û MHP'ê re li hev nekir û pêşî li hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê vekir. AKP'ê ku bi komkujiya Pirsûsê re niyeta xwe bi rengekî vekirî nîşan da, di meha Tîrmehê de dest bi şer kir û yekser HDP kir hedef. Tevî zext û zordariya gelekî giran jî HDP'ê di vê hilbijartinê de ji sedî 10,76 ê dengan wergirt û 59 parlamenter şand Meclîsê.

PARLAMENTER DI HUCREYÊ DE NE

Hê salek di ser vê hilbijartinê re derbas nebû, mafê destnedanê yê parlamenterên HDP'ê hate rakirin û di her kêliyê de AKP'ê û medya AKP'ê êrîşî wekîlan kirin. Piştî zextên ku gihîşt radeya gefên mirinê, di şeva 4'ê Mijdarê de bi destê dadgeriyê, di serî de Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenter Nûrsel Aydogan, Sirri Sureyya Onder, Selma Irmak, Ferhat Encu, Gulser Yildirim, Îdrîs Balûken, Ziya Pîr, Leyla Bîrlîk, Abdullah Zeydan, Îmam Taşçier û Nîhat Akdogan hatin binçavkirin.

Polîsan bi rengekî korsanî avêtin ser malên wekîlan, ew binçav kirin û piştî rojekê sewqî dadgehê kirin. Ji parlamenteran Sirri Sureyya Onder, Ziya Pîr û Îmam Taşçier bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 10 parlamenterên mayî jî girtin û şandin girtîgehê. Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a li ser parlamenterên girtî ji nedîtî ve hatin û wekîlên HDP'yî yekser şandin girtîgehên tîpa F ên li Edîrne, Stenbol û Kocaeliyê.

DEMÎRTAŞ XISTIN TECRÎDÊ

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ku bûye hedefa kampanya lînçê, ev 27 roj in li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê bi tena serê xwe di nava tecrîdê de ye. Demîrtaş li Bloka C tê girtin, ku li vê blokê girtiyên edlî û eçteyên El Qaîdeyê hene. Bi qîrîna dirûşmên van girtî û çeteyan tê acizkrin. Piştî nûçeya di ajansa me de hate weşandin, nerazîbûn derkete holê û hin ji girtiyên edlî û siyasî yên li bloka C ji Girtîgeha Safranbolû hatin sirgûnkirin. Rêveberiya girtîgehê, li şûna ku Demîrtaş ji hucreyê derxîne, derdora wî vala dike û Demîrtaş li cem girtiyên siyasî bi cih nake.

LI TÎPA F YA JINAN HATE BICIHKIRIN

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, berî 27 rojan di 5'ê Mijdarê de li mala xwe ya li Enqereyê hate binçavkirin û li Amedê hate girtin. Yuksekdag birin Girtîgeha Tîpa F ya Kocaeliyê û li vir di hucreya yek kesî de tê girtin.

DIXWAZIN CEZAYÊ GIRTINA HETA BI HETAYÊ LI BALÛKEN BIBIRIN

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê û endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken ên di heman operasyonê de hate binçavkirin û li Çewlikê hate girtin, ji dehan dozan bi gelek îdîayên "hewldana xerakirina hevgirtina dewletê û yekîtiya welêt", "endametiya rêxistinê", "propaganda rêxistinê" tê sûcdarkirin. Li dijî Balûken ê li Girtîgeha Tîpa F ya Kandira ye, bi lez û bez gilîname hate amadekirin. Li gorî vê gilînameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Çewlikê ve hate amadekirin û ji Amedê re hate şandin, tê xwestin ku Balûken bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê û 15 salan cezayê girtîgehê were cezakirin.

DENGÊ ROBOSKÎ BÛ

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu ku di komkujiya Roboskî de gelek xizmên wî jiyana xwe ji dest dan, ev saleke di her çalakî û xwepêşandanê de yekser dibe hedefa polîs û leşkeran. Encu piştî ku di 4'ê Mijdarê de hate girtin, ew şandinên Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê. Encu li hucreya yek kesî tê girtin. Ji bo ronîkirina kiryarên komkujiya Roboskî li kursiya parlamentê ketibû nava hewldanan.

HEMÛ WEKÎLÊN COLEMÊRGÊ GIRTÎ NE

Di operasyonê de 3 parlamenterên HDP'ê yên Colemêrgê Selma Irmak, Abdullah Zeydan û Nîhat Akdogan jî hatin giritn. Selma Irmak ku di sala 2011'an de dema girtî bû weke parlament hate hilbijartin, tevî vê yekê jî nehat berdan û 3 salan di girtîgehê de hat hiştin. Irmak niha li Girtîgeha Hejmara 9. Sîlîvrî tê girtin.

Abdullah Zeydan jî tevî Demîrtaş aşndin Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê û hê li wir di hucreyê de ye. Destûr ji Zeydan re nayê dayîn têkiliyên bi derve re deyne.

Nîhat Akdogan jî şandin girtîgeha Sîlîvrî. Tevî girtina Zeydan, 83,71 dengên hilbijêrên Colemêrgê hat talankirin.

Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî di heman demê de hate binçavkirin û girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê.

Nûrsel Aydogan a ku 3 serdem in parlamenter e, li Şirnexê hate girtin û ew şandin Girtîgeha Hejmara 9. a Sîlîvrî. Aydogan jî mîna wekîlên din di hucreyê de ye.

Leyla Bîrlîk a ku li Girtîgeha Hejmara 9. a Sîlîvrî tê girtin, yek ji 4 parlamenterên di hilibjartinên 1'ê Mijdarê de bi rêjeya ji sedî 84.13'an li Şirnexê hatiye hilbijartin.