Demîrtaş: Roj roja berxwedana topyekun e

Demîrtaş: Roj roja berxwedana topyekun e

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş çû serdana çalakiya rûniştinê ya ku du roj in li ber Girtîgeha Midyadê berdewam dide. Demîrtaş li vir axaftinek kir û got; “Roj ne ew roj e ku em dê li mala xwe rûnin û bêjin dê îro kîjan ciwanê Kurd bigire. Roj ew roj e ku divê her kes dabikeve kolanan nîşan bidin ka çawa xwedî li rûmeta xwe derdikevin. Roj roja berxwedana topyekun e. Berxwedana wan berxwedana me ye.”

Ev du roj in li ber Girtîgeha Midyadê kesên ji navçeyên Silopî, Hezex, Cizîr, Qilaban û Elkê û navçeyên Nisêbîn û Kerboranê Mêrdînê tên li ber Girtîgeha Midyadê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş tevî parlementerên BDP’ê hatin serdana çalakiyê. Di çalakiyê de nameya Kurdî ya ji girtîgehê ji bo girseyê hatibû hate xwendin. Di dema xwendina nameyê de gelek kes kelûgirî girtin. Piştî xwendinê girseyê bi dengekê dirûşiam "Bijî berxwedana zindanan" qêriyan.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Alîkara Hevserokên BDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlementera BDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan hatin serdana çalakiyê û bi girseyê re sohbet kirin. Girseyê bênavber dirûşimên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Zîndanan” qêriyan. Demîrtaş bal kişand ku greva birçîbûnê ji 12’ê Îlonê ve dest pê kiriye û di roja 43’emîn de ye.

445 CARAN DEREWA KOSTER XIRABE YE

Demîrtaş diyar kir ku hevdîtina Wezîrê Dadê Sadullah Erbîn bi girtiyên li Girtîgeha Sîcanê re pêk anî, erênî bûye û got ku pêşketina herî erênî ew e ku daxwazên girtiyan bêne qebûlkirin.Demîrtaş wiha domand:"Dewletek tam 455 roj in dibêje bi derewên “koster xirabe ye” û “hewa xirab e” qanûna Makeqanûna xwe bin pêdikeû tecîrê li Îmraliyê pêk tîne.” Demîrtaş da zanîn ku bedela tecrîda li Îmraliyê di şer de tê dayin û got, “Ji ber vê jî hevalên me bi girseyî di girtîgehan de dest bi greva birçîbûnê kirine. Ne ku ji bo şert û mercên girtîgedhan. Ji bo dilê dayik û bavên gerîlayan, polîsan û leşkeran neşewitin canê xwe danîne holê. Ev berxwedaneke bi rûmet e. Partiya me ji bo vê yekê bernameyeke pêwîst derxistiye.”

JIYANA HEVALÊN ME NE BI WEZARATA DADÊ VE LÊ BI WE VE GIRÊDAYÎ YE

Demîrtaş got; ‘’sibehî em ê li ber girtîgeha Çewlikê bin’’ û bi berdewamî wilo domand;’’ Ne pêkan e ku em cejnê pîroz bikin û bi kêfxweşî wê pêşwazî bikin. Dema ku li çiyan, bajaran xwîn diherike, di girîgehan de bedenên ciwan xwe dane ber mirinê, em cejnê pîroz nakin. Kurd nikarin vê cejnê bi kêfxweşî pêşwazî bikin. Di 27ê mehê de li Êlihê bi mîtîngeke bi debdebe e em ê hêza serhildanê ya gelê xwe nîşan bidin. Di 28ê Kewçêrê de, li Edeneyê heman helwestê em ê nîşan bidin. Di 30ê mehê de em bang dikin ku li her derê jiyan were rawestandin. Wê rojê divê jiyana ji bo me raweste tekane rojeva me divê hevalên me yên di rojiya mirinê de bin. Bi neşixulandina kontaxan, bi neçûyan ser kar û barê xwe, li qadan bi berzkirina daxwazên xwe encex em dikarin rê li ber mirinan bigirin. Ji vê bawer bin ku jiyana hevalên em ne girêdayî Wezarata Dadê lê girêdayî we ye. Em ê destûrê nedin yek şehadetê. Ya ku li me jî dikeve ew e ku em jî weke we li qadan bin. Li derveyî me hay jê hebin ku ti rêya çareseriyê nîne. Li vir em bang li hikûmetê dikin ku xweyî ûcdan û sincê bin.

‘’BI BERXWEDANÊ ME BERSIV DA Û BI BERXWEDANÊ EM Ê BERSIVÊ BIDIN’’

Demîrtaş diyar kir ku ti hêncetên tecrîda ku li Imraliyê didome nikarin hebin û got; ‘’Hûn sûc pêk tînin. Bi awayekî hişkere vî sûcî dikin. Hûn bi bikaranîna tundiyê ya li ser gelê me yê ku ji vî sûcî re xwe bêdeng nake, hûn sûcê dikin. Li Stenbolê, li Amedê bi gaz û panzêran hûn êrîşî gelê me dikin. Hûn faşîstên sivîl, çeteyên xwe dişînin ser vî gelî. Heke dewletek sûc bike ti rewatiya wê dewletê nîne. Ev nabe dewlet. Em ji wê mekanîzmayê re ku ji sibehî hetanî êvarî sûcan dike nabêjin dewlet. Encex dikare çete be. Lê nabe dewlet. Evên ku dewletê bi rê ve dibin dikarin van çeteyan bi rê ve bibin lê nikarin dewletê bi rê ve bibin. Di çavê kurdan de ev dewlet di vê rewşê de ye. Hevalên me yên ku li hundirê têne girtinê, bêyî ku bikaribin bi zimanê xwe, xwe biparêzin, ev 3 sal û nîvin li hundir hatine rêhînkirin. Dadgerê ku vê dike sûcdar e. Navê wê dadgeh e lê xebata wê çetewarî ye. Li wir dadmendî, li wir darizandin nîne. Li hemberî vê nedadiyê em bêdeng neman û em ê bêdeng jî nemînin. Ên xwe kerr dikin rûmeta xwe ji dest didin. Pêşeroja azad a zarokên xwe ji dest didin. Ên ku koledariyê li ser me ferz dikin dibêjin; ‘’hûn ê nebin kurd lê bibin tirk, hûn ê eslê xwe înkar bikin, hûn ê zarokên xwe bipişêvin, em ê perwerdehiya zikmakî qebûl nekin, mafê parastinê yê bi zimanê dayikê qebûl nekin, em ê rêbertiya we jî û we hemûyan jî bavêjin zindanan.’’ Me bi berxwedanê bersiv da û em ê bi berxwedanê bersivê bidin. Rêyeke din nahêlin. Ji bo ku hûn tenê dozger, dadger, teng û top û firokeyên xwe dixin pêş gel, ev gel tim li qadan e.’’

BERXWEDANAN BI GIŞTÎ

Demîrtaş got; ‘’Hikûmeta ku nikaribe hesabê Roboskê bide mirov nikare jê re bibêje rêveberiyeke demokrat e ‘’ û wiha pê de çû; ‘’Li xwe dizivîrin û ji me re ‘’terorîst’’ dibêjin. Xwediyê vê hişmendiyê terorîst in. Me ti caran mirin ne parastî ye. Bi şev û roj me aşîtî ji zimanê xwe kêm nekir. Ji çalakî û gotinên xwe me aşîtî texsîr nekir. Dayikên kurd dema ku zarokên xwe vedişêrin dibêjin aşîtî. Hûn ji wan dayikan jî fihêt nakin? Bi şev û roj dema ku we êrîşên faşîzanî dikirin vî gelî, li gel ku di biniya zilm û zordariyê de jî bû her digot aştî. Di berjwendiya we de ye ku hûn bizanibin ev dayik û xortên ku hûn bi teng û topan êrîê dibine ser wan tekane hêz in ku ku dikarin aştiyê bînin vî welatî. Ev dayik û ciwan ne di navberê de bin li vî welatî gelektir xwîn biherike. Ev hikûmet, medya û rewşenbîrên tirk ku vê hewldana me fêhm nakin ji van mirinan berpirsyar in.Sal 2012 mirov derketine serê heyvê lê ev hê jî dixwazin me bikin tirk.

Me 50 hezar carî got ku li van xakan rasteqîniya Kurdistanê heye. Rasteqiniya gelekî heye, makezagona we nikare vê rastiyê biguherîne. Êdî ji vê polîtîkaya xwe ya faşîzane û yekparêz biqerin.’’ Demîrtaş diyar kir ku; ‘’Ciwanên kurd ji bo ku van polîtîkayan pesend nakin li hundir û derve, li çiyan li ber xwe didin. Roj ne ew e roj e ku em rawestin û bibêjin kîjan xortê kurd wê bimire. Her kes divê derkeve qadan û nîşan bide bê ew çawa li rûmet û şanaziya xwe xwedî derdikevin. Heya ku em bi ser nekevin, çareseriyê pêk neyînin em ê texsîr nekin ku vê helwestê nîşan nedin û vê berxwedanê nîşan nedin. Li vir em diyar dikin ku em li daxwazên hevalên xwe yên di rojiya mirinê de ne xwedî derdikevin. Berxwedana wan berxwedana me ye. Ji bo me ferman e.’’

Hate zanîn ku Demîrtaş û heyet ali gel wî, wê derbasî Qoserê binin û serdana malbatên girtiyan bikin. Piştî daxuyaniyê bi çalakiya rûniştinê ya rêxistinên BDPê yên Şirxen û Mêrdînê, ji niha û pê ve wê li ber Girtîgeha Mêrdînê bidome.