Di mîtînga Êlihê ya ji bo piştgiriya greva birçîbûnê de, Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş diyar kir ku ew dê ji bo hevalên wan ên ku li girtîgehan bedena xwe dane ber mirinê derkevin kolanan û destûr nedin ku hevalên wan jiyana xwe ji dest bidin. Demîrtaş got; “Ji bo gelê Kurd rêbertî azadî ye” û bang li her kesê kir ku roja 30’ê cotmehê dest ji karûbarên xwe berdin û dabikevin qadan.
Rêxistina BDP'ê ya Êlihê ji bo bal bikşînin ser çalakiya greva birçîbûnê yên girtiyên PKK'yî û PAJK'î ku ji 12'ê îlonê ve ji bo sererastkirina mercên ewlehî, tenduristî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pejirandina daxwazên demokratîk ên gelê kurd dane destp kirin, bi şiyara "Em dê ji mirinê re bêdeng nemînin, bila daxwazên me bên pejirandin" li qada ber Nexweşxaneya Farabîm hate lidarxistin. Mitînga ku bi 10 hezaran kes beşdar bûn bi coşek mezin dest pê kir û bi meşekê bi dawî bû.
Di mîtînga ku li qada ber Nexweşiya Farabî pêk hat Şaredarê Êlihê Serhat Temel, spasiyên xwe ji beşdaran re anîn ziman û wihagot: "Em her tim dibêjin an azadi an azadî. Em dê ji bo azadiyê her tim têbikoşin. Wekila BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat diyar kir ku girtiyên azadiyê di dîrokê de rûpelek nû vekirine û ji nûve dîroka kurdan dinivîsin û wiha got: "Zarokên kurdan ji bo Brêz Ocalan dibêjin an azadî an azadi."
'BI GOTINÊ KEŞTIYA ÎMRALIYÊ RAST NABE'
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş jî anî ziman ku ew ji bo rê li pêşiya mirina li girtîgehan bigirin derketine qadan û wiha got: "Em her diçin kijan gitîgehê me hevalên xwe yên girtîgehan silav dikin. Rojiya mirinê ketiye roja 46'an. Me wekî partiyê ji roja pêşî de gotiye em di demek pir talûke de ne. Ger ku hikûmet û cemawerî li hemberî vê pêvajoyê bêdeng be dê mirin zêde bibe. Ger ku mirin pêk bê dê hikûmet berpirsiyarê vê yekê be. Êdî gotin fêde nake. Êdî bi gotinê keştiya Îmraliyê çênabe. Wezîrê Dadê çû Girtîgeha Sîncanê ziyaret kir. Lê ne gotina Wezîrê Dadê û ne jî banga me mirinan ranawestîne. Li şuna em bêjin bila dawi li çalakiyê bînin, divê em daxwazên wan bi cih bînin. Daxwazên wan ne daxwazên tenê 600 girtiyan e. Daxwaza hemû gelê kurd e. Ev de daxwazên nû ne. Ev daxazên sereke û binehin in. Hêj hikûmet dibêje keştî xerabe ye. Niha Birêz Ocalan di tecrîda di nava tecrîdê de ye."
'ŞÊWIRMENDÊN SEROKWEZÎR TEYRÊ BERATA NE'
Demîrtaş, bertek nîşani şêwirmendên Serokwezîr ên ku gotin "BDP qadan gel dibe ser mirinê" jî dan û wiha got: "Ev şêwirmendên Serokwezîr Teyrê kelexan e. Li benda mirinê ne. Bi qasî misqalekê wîjdan bi wan re tune. Em ji dil dibêjin çareserî li Îmralî ye. Ger ku Wezirê Dadê Wêrekî tev bigere dikare biçe çareseriyê. Li her derê siyasetmedarên kurd û gelê me tên girtin. Teyren beratan, parastina zimanê bi kurdî jî asteng dikin. Operasyon li ser operasyonê pêk tînin. Kesên operasyonan pêk tînin û li kolanan îşkenceyê dikin ev teyrê berateyan in."
'JI BO GELÊ KURD SEROKATÎ WATEYA AZADIYÊ YE'
Demîrtaş, da zanîn ku êdî kes ji xerabûna keştiyê û nebaşiya hewayê bawar nake û dizanin ku bi zanebûn tecrîd li ser Ocalan tê meşandin. Demirtaş, destnîşan kir ku gelê kurd Ocalan wekî vîn û azadiya xwe dibîne û wiha got: "Heta ku Ocalan azad nebe ev pirsgirêk çareser nabe. Em dixwazin her kes vê yekê baş zanibe û dest ji hişmendiya berê berde. Bila her kes baş zanibe ku gelê kurd ji bo serokatiya xwe cenadê xwe dide û dimire." Demîrtaş got; “Ji bo gelê Kurd rêbertî azadî ye” û bang li her kesê kir ku roja 30’ê cotmehê dest ji karûbarên xwe berdin û dabikevin qadan.
Demîrtaş, bal kişand ser zimanê zikmakî û da zanîn ku di peymana Lozanê de jî cih dide heqê zimanê zikmakî. Demîrtaş, destnîşan kir ku zimanê kurdî mafê gelê kurd ê herî rewa û zagonî ye û xwest her kes li ziman xwedî derkeve.
'CIWANÊN KURD LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN AKP'Ê BEDENA XWE DIDIN BER MIRINÊ'
Demîrtaş, anî ziman ku ciwanên kurd li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê û li hemberî feraseta AKP'ê bedana xwe dane ber mirinê û wiha got: "Ger ku ew ji bo mafê me bedena xwe bidin ber mirinê, wê demê em dê derkevin kolanan û em destûr nadin mirina wan.
'HER KU DEQEYEK DERBAS DIBE BÊTIR NÊZÎ MIRINÊ DIBIN'
Demîrtaş, bi bîr xist ku ew ji bo çareseriyê bi her awayî amade ne ku bi hikûmetê û rayedaran re niqaşan bimeşînin û rûnên û wiha berdewam kir: "Ji niha û şûnde her ku deqeyek diçe girtiyên di grevê de bêtir nêzîkî mirinê dibin. Ji ber vê yekê he deqeyek bêtir bi qîmet e. Divê her kes bi hestiyarî tev bigere û piştgiriyê bidin çareseriyê.
'GER KU JI GIRTÎGEHAN MIRIN DERKEVE BERPIRSIYAR AKP YE'
Demîrtaş, anî ziman ku ger li girtîgehan agahiya mirinê pêk bê dê berpirsiyarê vê yekê hikûmeta AKP'ê be û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ger ku em niha nebin bersîv çend saet şûnde em nikarin rê li pêşiya mirinê bigirin. Ger ku mirin pêk bên em nikarin bi paşve bikişînin. Girtiyên çalakger ji bo ciwanên kurd, gerilla, leşker, polîs û dayiken din neyên kuştin û dayik negirîn bedena xwe didin ber mirinê. Divê em destûrê nedin mirian wan û rê li pêşiya mirinê bigirin.
Piştî axaftinê bi hezaran kesan dest bi meşê kir û polîsan jî mudaxale kir. Gelek kes hatin binçavkirin.