Demîrtaş: Ger ku samîmî bin em biçin Îmraliyê

Demîrtaş: Ger ku samîmî bin em biçin Îmraliyê

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş derbarê daxuyaniya Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn de bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Duh Wezîrê Dadê girtiyên Girtîgeha Sîncanê ziyaret kir. Got 'Me jî ev daxwaz bihîst' Ger ku wezîr bi rastî di gotinên xwe de samîmî be wê demê bila dereng nemîne û îro biçe Îmraliyê. Em weki parlementer dikarin biçin hemû girtîgehan. Wê demê ger ku wisa be em bi hev re biçin îmraliyê jî. Em bi Birêz Ocalan re heditin pêk bînin û bila ev destpêka gava çareseriyê be."

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş bi boneya piştgiriyê bide girtiyên ketine greva birçîbûnê û wan ziyaret bike, li ber Girtîgeha Tîpa M ya Çewlikê daxuyanî da çapemeniyê. Di ziyaretê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Demîrtaş, Wekîlê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken, Cîgira Hevseroka BDP'ê Meral Daniş Beştaş û bi sedan kesên din amade bûn.

Di çalakiyê de pankarta "Li hemberî birinê bêdeng nemîne" û "Silav ji têkoşîna Mazlûm, Xeyrî, Çaran re" û "Ji tecridê re bes e, azadî û ziman daxaza me ye", "Bila girtîgeh nebin malên mirinê" bilind kirin. Girsê li ber deriyê girtîegehê bê navber sloganên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindana", "Bila zindan vala bibin" berz kirin.

'GER KU SAMÎMÎ BIN DÊ JI BO ÎMRALÎ GAVÊN PRATÎK BAVÊJIN'

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş li ber girtîgeha Çewlîkê axivî û diyar kir ku, ji duh heta îro tu tişt nebûye û wiha got: "Wezîre Dadê duh li Sîncanê hevalên me ziyaret kir. Got 'me guh da daxwazên wan'. Ger ku bi rastî ji dil û samîmi bin wê demê bila îro gav bavêjin û bila Serokwezîr van gavên protîk ji gel re vebêje."

Demîrtaş da zanîn ku, ger gav bên avêtin dê li hemberî vê yekê jî gav bên avêtin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Duh Wezîrê Dadê girtiyên Girtîgeha Sîncanê ziyaret kir. Got 'Me jî ev daxwaz bihîst' Ger ku wezîr bi rastî di gotinên xwe de samîmî be wê demê bila dereng nemîne û îro biçe Îmraliyê. Em weki parlementer dikarin biçin hemû girtîgehan. Wê demê ger ku wisa be em bi hev re biçin îmraliyê jî. Em bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk bînin û bila ev destpêka gava çareseriyê be.

Heyetê piştî daxuyaniyê malbata Osman Kiliç ya li taxa Yenimahalle ya Çewlîkê ziyaret kir.