Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş civîna vê hefteyê li ber Girtîgeha Amedê pêk anî û xwest Serokwezîr Erdogan li hemberî vê berxwedana gel ya li hemû bajaran bêdeng nemine û bi lezgîn gava çareseriyê bavêje. Demîrtaş anî ziman ku, gelê Kurd duh li ber xwe da îro li ber xwe dide û dê sibê jî li ber xwe bide. Demîrtaş got;"Em ne çûyina Mehmet Ocalan bo Îmraliyê, em dixwazin Ocalan bê Amedê."
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş civîna koma BDP’ê vê hefteyê li ber Girtîgeha Amedê pêk anî. Di civîna koma BDP'ê de bi 10 hezaran kes amade bûn. Dema Demîrtaş li ber Mala Şînê ya Dîcleyiyan di axivî helîkopter bê navber di ser girseyê re bi nizmî firiyan. Demîrtaş anî ziman ku, girtiyên ku 49 rojin ketine greva birçîbûnê ji bo mafê xwe yê demokratîk û rewa ketine grevê û wiha got: "Tu kes ji keyfî xwe birçî nahêle. Ji ber ku zulmek tê neşandin, înkar û îmha heye ciwanên Kurd bedena xwe dane ber mirinê. Ji bo ku şer, kuştin, binçavkirin û girtin bi dawî bibe ciwanên Kurd li girtîgehan bedena xwe dane ber mirinê. Ji bo tecrîd û îşkence bi dawî bibe hevalên me ketine grevê. Daxwazên wan di heman demê de daxwazên me ne. "
DEMÎRTAŞ BANG LI ERDOGAN KIR
Demîrtaş bang li Serokwezîrê Tirk Erdogan kir ku, xwest Serokwezîr li hemberî vê berxwedana gel ya li hemû bajaran bêdeng nemîne û bi lezgîn gava çareseriyê bavêje. Demîrtaş xwest vê berxwedana gel ya li hemû bajarên Kurd lê dijîn bibîne û gava çareseriyê bavêje. Demîrtaş destnîşan kir ku, mafê her kesên ku rastî zilmê tê heye ku li ber xwe bide û têkoşînê bide û wiha got: "Li hemû Şirnexê dikan girtî ne û kolan valane. Li Colêrgê û navçeyên wê, li Wan û hemû navçeyên wê, li Amed û hemû navçeyên wê tev girtîne. Gelê me dernetine kolanan. Li Edene, Mêrsîn, Stenbol û Îzmîrê hemû tax û kolanên ku Kurd lê dijîn kolan vala ne û dikan girtî ne. Welatiyên Kurd dibêjin ger ku zarokên me ji bo me amadene canê xwe bidin, em jî dê neçin ser kar û dikanên xwe venakin. Îro ev peyam hate dayîn. Gel îro jî û dê sibê jî vê helwestê bide nîşan. "
‘GER KU BERXWEDAN TUNE BE ÇARESERI JÎ TUNE YE’
Demîrtaş anî ziman ku, ew destûr nadin ciwanên xwe bikin qurbana desthilatdariyê û wiha berdewam kir: "Ger ku berxwedan tune be çareserî ji nabe. Em li ber Zindana ku Mazlum di ber xwe daye bang dikin. Heta ku em pêşeroja xwe ya azad, welatê xwe yê azad nexwazin çareserî pêk nayê. Em ji hikûmetê û dewletê bersivek zelal dixwazin. Em dibêjin ji bo li girtîgehê mirin cênebin bi lezgîn Serokwezîr bersivê bide. Em dixwazin derbarê Îmralî, ziman de bi lezgîn bersiva çareseriyê bide. Em ne ji bo şantajê ji bo çareseriyê bang dikin. Em ne tenê îro, em duh, îro û dê sibê jî li kolanan bin. Em niha li ber girtigeha ku Mazlûm lê li ber xwe daye bang dikin. Em li ber girtîgeha ku di serdema Serokwezîr de jî zilm berdewam dike bang dikin. Ev girtîgeh ne tenê girtî li ber xwe didin, di heman demê de milyon li derdora wê di ber xwe didin."
'ÎRO LI HER DERÊ BERXWEDAN HEYE DÊ SIBÊ JÎ LI HER DERÊ BERXWEDAN HEBE'
Demîrtaş da zanîn ku, îro li hemû taxên kolanên Amedê berxwedan heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li her derê gelê me li ser piyan û di nava berxwedanê de ye. Ger ku gelê me li her derê ji bo çareseriyê daketibe kolanan, divê teqez Serokwezîr êdî gavê çareseriyê bavêje. Em ji ber vê sekna gelê xwe ku naxwaze hevalên me di zindanan de jiyana xwe ji dest bidin pîroz dikin. Îro em li ber zindana Amedê bi tevlîbûna 10 hezaran civîna koma xwe pêk tînin. Em ji hemûyan re serketinê dixwazin."
Demîrtaş bal kişand ser hevdîtinên bi Ocalan re û got;"Em ne çûyina Mehmet Ocalan bo Îmraliyê, em dixwazin Ocalan bê Amedê."