Demîrtaş bersiv da çapemeniya Tirk

Demîrtaş bersiv da çapemeniya Tirk

Greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ket roja 48’emîn. Piştî ku çapemeniya Tirk dît ku desteka ji bo grevê zêde dibe, îdîa kir ku greva birçîbûnê bi dawî bûye. Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş bersiv da çapemeniya Tirk û got; “Di tu girtîgehan de greva birçîbûnê bi dawî nebûye.”

Tevî rojnameyên alîgirê hukûmeta Tirk ên wek Star, Sabah, Haber Turk û hin rojnameyên din ên Tirk îdîa kirin ku greva birçîbûnê li hin girtîgehan bi dawî bûye.

Balkêş bû ev nûçeya çapemeniya Tirk beriya “Berxwedan Topyekun” a ku dê sibê bê lidarxistin, hate belavkirin. Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş li ser rûpela xwe ya Twitterê bersiv da çapemeniya Tirk û got:

“Em jî dixwazin ku greva birçîbûnê demek zû bi dawî bibe. Lê li gu girtîgehan bi dawî nebûye.”