Demîrtaş: Qedandina şer di destê gelan de ye

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, gora Serokê Rêxistina HEP'ê ya Amedê Vedat Aydin ziyaret kir. Demîrtaş di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku şer qeder nîne û bi têkoşîna hevpar a gelan re mercên şer dikarin ji holê bên rakirin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, gora Serokê Rêxistina HEP'ê ya Amedê Vedat Aydin ziyaret kir. Demîrtaş di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku şer qeder nîne û bi têkoşîna hevpar a gelan re mercên şer dikarin ji holê bên rakirin.

Hevserokê giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, endam û rêveberên HDP û DBP'ê yên Amedê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî, bi munasebeta Cejna Qurbanê gora Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin ê di sala 1991'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve hat qetilkirin ziyaret kirin. 

Demîrtaş, di ziyaretê de diyar kir ku li vê erdnîgariya ku Cejna Qurbanê pîroz dikin, xwîna mirovan diherike û li her derê şer heye. Demîrtaş da xuyakirin ku li çar aliyên Tirkikyeyê jî cejn bi tirs û fikar tê pêşwazîkirin û got, "Li Sûriyeyê bi vî rengî ye, li Iraqê, li Lîbyayê li Yemenê, tevahiya erdnîgarî di nava xwînê de ye. Lê belê ti ji van qedera me nîne. Şer, xwîn, rondikên çavan ên bi sedan slan didome, qedera vê xakê nîne. Guhertina vê di destê gel de ye. Girîng em baweriya xwe ya ji wekhevî û jiyana azad a bi hev re winda nekin. Eger ne hinekî din, em xwe bi xwe bi rê ve bibin, hingî wê aştî were. Yên ji aliyê din ê okyanûsê tên û dest li vê xakê werdidin, yên ji bo dewlemendiya petrol, gaz, ser û bin erdê yên vê erdnîgariyê tên dest werdidin, bêguman berpirsyariya wan a di vî şer û barîna rondikan de heye."

Demîrtaş da zanîn ku armanc û hewldanên wan destpêka diyalog û muzakereyan e û duayên wan jî tev ji bo vê yekê ne. Demîrtaş bal kişand ser qetilkirina Vedat Aydin jî û wiha got: "Em carek din li pêş Serokê xwe Vedat û şehîdê vê dozê soz didin ku em ê di vê rêya aştiyê de têkoşîna xwe bidomînin. Dema hûn ji bo aştî û biratiyê têkoşiyan, desthilatdariya bêaqil di wê serdemê de hûn qetil kirin. Ji ber vê yekê em dibêjin bila xwedê berî her tiştî aqilekî bide rêveberên dewletê." 

Piştî ziyareta goristanan wekîlên HDP'ê Nûrsel Aydogan, Çaglar Demîrel, Feleknas Ûca û Edîp Berk, Hevşaredarên Amedê endam û rêveberên DBP, HDP, KCD'ê, MEYA-DER'ê 3 komên cuda çêkirin û malbatên gerîllayên di şerê li Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin. 

WAN 

Li navçeya Elbakê ya Wanê jî endam û rêveberên DBP û HDP'ê bi tevlîbûna gelek welatiyan gorên gerîlayên PKK û HPG'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin. Li navçeya Erdîşa Wanê jî welatiyên kom bûn gorên PKK, HPG, YPG û YPJ'ê ziyaret kirin. 

ÎDIR 

Li Îdirê jî endam û rêveberên HDP û DBP'ê gorên gerîlayên HPG û YPJ/YPG'ê ziyaret kirin. Wekîla HDP'ê Kiznaz Turkelî, Hevşaredarên Îdirê jî amade bûn. 

COLEMÊRG 

Li Colemêrgê jî Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî li taxa Keklikpinarê kom bûn û çûn Goristana Serê Solan gorên gerîlayên PKK û YPG'ê ziyaret kirin. 

STENBOL 

Li Stenbolê jî endam û rêveberên HDP'ê goristana li Gaziyê ziyaret kirin. Komê di ziyaretê de pankarta "Hezar silav ji kesên bi qasî bimirin ji jiyanê hez dikin" vekir û siloganên "Şehîd namirin", "Şehîdên şoreşê rûmeta me ye" berz kir. Komê piştî ziyareta goristana Gaziyê çûn Goristana "Şehîtgeha Pirsûsê" û qurnefilên sor danîn ser goran. 

MANÎSA

Li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê jî bi munasebeta Cejna Qurbanê gora gerîlayê PKK'ê Fahrettîn Olmez ê di sala 1995'an de li Girtîgeha Çankiri jiyana xwe ji dest dan ziyaret kir.