Demîrtaş: Hûn bi saya me koalîsyonê diaxivin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi minasebeta rojiyê, Li konê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi gel re fitirî. Demîrtaş, li konê fitarê axivî û diyar kir ku îro bi saya wan li ser koalîsyonê diaxivin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi minasebeta rojiyê, Li konê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi gel re fitirî. Demîrtaş, li konê fitarê axivî û diyar kir ku îro bi saya wan li ser koalîsyonê diaxivin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bi minasebeta rojiyê, li konê fitarê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya li Qada Şêx Seîd bi gel re fitîrî. Di fitarê de Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Hevserokên DBP-HDP ên Amedê, parlamenterê HDP'ê yên Amedê û bi dehan welatî amade bûn. Piştî fitaran Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, der barê Meha Remezanê de axivî û diyar kir ku hevî dikin wê ev heyv bibe wesileya aştiyê û Meha Remezanê li tevahiya gel pîroz kir. Demirtaş der barê avakirina koalîsyona hikûmetê de jî bersiva pirsên rojnamevanan da û destnîşan kir ku li gorî teamûlê, Serokkomar dibe ku peywirê bide parlamenterekî partiya ku di hilbijartinan de bûbe yekemîn û ew yek jî parlamenter, ji bo avakirina koalîsyonê divê li hemû partiyên muxalîf bigere."

'EGER KOALÎSYONA AKP-CHP'Ê RÊGEZÊN ME BIPEJIRÎNIN, WÊ PIŞTGIRIYA ME BIBÎNIN'

Demirtaş, da xuyakirin ku di heman çarçoveyê de koalîsyona AKP û CHP'ê guncavtir e û wiha pê de çû: "Eger koalîsyona AKP-CHP'ê rêgezên me bipejirînin, em ê jî piştgiriyê bidin wan û ji bo ku koalîsyonek bi vî rengî hîn baştir û zêdetir bixebite, em ê piştevaniyê bidin wan. Em nabêjin illeh em ê jî di nava koalîsyonê debin, em ê alîkariya wan bikin."

'KOALÎSYON NE FELAKETE, FELAKET BIREVEBIRINA KESEKÎ YA WELATEKÎ YE'

Demirtaş derbirî kir ku ji bo ku koalîsyon bê avakirin û Tirkiye bê hikûmet nemîne, çi ji destê wan bê wê bikin û wiha got: "Divê tirsa koalîsyonê tine be. Koalîsyon ne felakete, felaket birevebirina kesekî ya welatekî ye. Koalîsyon firsenda çanda xebata hevkariyê ye. Bi vî rengî Tirkiye bê hikûmet nemîne. Hikûmeta bê avakirin divê ne li hundirê welat û ne li derveyî welat şer neparêze. Hikûmeta ku şer biparêze wê teqez winda bike. Welat ne şer, aştiyê dixwaze. "

'HÛN BI SAYA ME LI SER KOALÎSYONÊ DIAXIVIN'

Demirtaş da zanîn ku parlamenterê hin partiyan di her axaftinên xwe de HDP'ê wekî ne meşrû bilêv dikin, heqaretan li partiya me dikin û gotina xwe wiha bi dawî kir: "Kesên ku van axaftinan dikin, nizanin ku HDP'ê bend derbas nekiriba wê ne koalîsyon, wê serokên nû yên giştî ên partiyên xwe nîqaş bikirina. Eger me bend derbas nekirina hûn ê di bin tehekkûma AKP'ê de binaliyana."