Demirtaş: Fermandariya Giştî dest ji xebatên ji bo AKP’ê berde wê baş be

Hate hînbûn ku îro li Çiyayê Tendurekê hat xwestin şitil bê çandin, lê leşkeran beriya wê operasyon da destpêkirin û li ser vê di navbera gerîlayên HPG û leşkeran de pevçûn derketiye.

Hate hînbûn ku îro li Çiyayê Tendurekê hat xwestin şitil bê çandin, lê leşkeran beriya wê operasyon da destpêkirin û li ser vê di navbera gerîlayên HPG û leşkeran de pevçûn derketiye. Hat îdîakirin ku di pevçûnê de 4 leşker birîndar bûne. Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku li Agiriyê pevçûn nirxand, got: “Ger fermandariya giştî dest ji xebata ji bo AKP’ê berde wê baş be.”

Li navçeya Giyadîn a Agiriyê li gundê Tutek a Jor a li qûntarên Çiyayê Tendurekê bi pêşengiya HDP û DBP’ê hat xwestin ku îro şitil bên çandin. Lê beriya vê  leşkeran li herêmê operasyon dan destpêkirin û di navbera gerîlayên HPG û leşketên Tirk de pevçûn derket. Kesên ji bo çandina şitlan  ji Giyadînê ber bi gund ve ketin rê ji aliyê leşkeran ve pêşiya wan hat birîn û nexwestin bikevin gund.  Hat hînbûn ku bi hicneta li herêmê rayedarên leşkeran di pevçûnê de ne û ewlehî tine, walîtiyê destûr nedaye derbasbûnê.

Hevserokê DBP’a Giyadînê Nurî Şahîn ku di organîzasyona çandina şitlan de cih girt, anî ziman ku bi biryara walitiyê hatine sekinandin û got: “Ji me re gotin leşker li herêmê di pevçûnê de ne. Li herêmê 4 helîkopterên leşkerî digeriyan.  Lê dengê pevçûnan nedihat.”

FERMANDARÎ HINCETAN DIAFIRÎNE

Têkildarî pevçûnê Fermandariya Giştî daxuyaniyek da. Di daxuyaniya hat dayîn de hat îdîakirin ku bi bernameya ku tê organîzekirin re ‘propagandaya rêxistinê’ û ‘ji bo hilbijartinan zextan li welatiyan bikin’ tê hedef kirin û hat îdîakirin ku bi talîmata Walîtiya Agiriyê Fermandariya Cendermeyan a Agiriyê leşker sewqî herêmê kirine û li ser vê pevçûn derketiye.

Hat gotin ku di pevçûna navbera gerîlayên HPG û leşkerên Tirk de, 4 leşker birîndar bûne û  balafirên şer, helîkopterên bi çek û ji bejahî jî yekîneyên komando hatine teqwiyekirin û pevçûn didome.

Çavkaniyên HPG’ê jî têkildarî mijarê de hîna daxuyaniyek nedane.

DEMÎRTAŞ: BILA DEST JI PÊKANÎNÊN XWE BERDIN

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Agiriyê geşedan nirxand û got: “Ger Fermandariya Giştî dest ji xebata ji bo AKP’ê berde wê baş be. Ew ne partiyeke ku dikevin hilbijatinan e.  Bila ji daxuyaniyên bi vî rengî dûr bikevin.”