Demîrtaş: Ev faşîzma wê nikaribe li hember îradeya gelan li ser vê axê bijî
Demîrtaş di Newroza Êlihê ya tevî hemû hewldanên astengiyên çeteyên Qesrê jî hat pîrozkirin, axivî û got: “Heta ku bi îradeya gel bê tirs û wêrektî seknek hebe wê ev faşîzm nikaribe li vê axê bijî.”
ANF
ÊLIH
yekşem, 20 adarê 2016, 18:26
Demîrtaş di Newroza Êlihê ya tevî hemû hewldanên astengiyên çeteyên Qesrê jî hat pîrozkirin, axivî û got: “Em dibînin ku bê çawa hewl didin kombûna gel asteng bikin. Heta ku bi îradeya gel bê tirs û wêrektî seknek hebe wê ev faşîzm nikaribe li vê axê bijî.”
Li Êlihê gel guh neda qedexeya Newrozê. Gel ji danê sibehê li derdora agirên pêxistine govend gerandin û Cejna Newrozê pîroz kirin. Bi taybet ji şerên ku li Taxa Baglar û Cadeya Amedê hêzên dewletê yên êrîşî gel kirin, ji ber berxwedana gel neçarî vekişiyan.
Gelê Êlihê yê qedexekirina Newrozê nas nekir, ji serê sibehê ve li tax û cadeyan li ber xwe dide. Li bajar ê ku bernameya Newrozê ya wê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş tevlî bibe hat qedexekirin, domahiya rojê li Cadeya Amedê pevçûn qewimîn. Li hember gel ê di pîrozkirina Newrozê de bi israr, hêzên dewletê ji neçarî vekişiyan. Lê, vê carê jî bi dehan TOMA û wesayîtên zirxî li ber avahiya HDP’ê bi cih kirin.
Polîsan li Tesîsa Rawestandinê ku girse li benda hatine Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bû, êrîşî gel kirin, hewl dan rawestandina gel asteng bikin. Konvoya ku Selahattîn Demîrtaş jî tê de bû, bi saetan li bajêr hate rawestandin. Li ser vê bi hezaran kes hatin ber Mîgrosê û Demîrtaş pêşwazî kirin. Girseyê dirûşmeyên, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Bijî Newroz”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kir. Jinan bi cil û bergên xwe yên neteweyî qad xemilandin. Di pîrozbahiyê de parlamenterên HDP’ê yên Êlihê, hevşaredar û rêveberên HDP û DBP’ê amade bûn.
Di pîrozbahiyê de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş axivî, diyar kir ku hêzên dewletê ji danê sibehê ve bajar di bin gazê de fetisandine, got: “Li her derê Êlihê mudaxeleyên derveyî hiqûq, qanûnê dikin. Divê Waliyê Êlihê vê baş bizane, te bi îmzeyan şandin vê derê. Em jî desthilatiya vê derê ya xwecihî ne. Gel me hilbijart, ti kesî me wek memûr tayînî vê derê nekir. Eger tu dibêjî ez hevserokekî partiyekê naxim avahiyê, bibore, tu li Êlihê zêde yî, îstîfa bikî û ji Êlihê biçe.”
Demîrtaş wiha anî ziman: “Em dibînin ku bê çawa hewl didin kombûna gel asteng bikin. Heta ku bi îradeya gel bê tirs û wêrektî seknek hebe wê ev faşîzm nikaribe li vê axê bijî. Heta ku îradeya gel li her derê xwe bi rê ve nebe, heta ku rêz nedin her ferdekî vî gelî, em ti carî gavê şûnde navêjin.”
Demîrtaş diyar kir ku divê her kes ji bo Newroza sibehê ya Amedê biherike qadê û wiha got: “Agirê Newrozê yên li derdora navçe û bajaran bi înad û biryardarî, îro Neweroza li Êlihê nehat pîrozkirin, sibehê bi milyonan re cejna Newroza Amedê bi hev re agirê Newrozê pêxin. Sibehê divê hemû Êlihî wesayîtan tijî bikin û bi biryardarî biherikin Amedê. Germahiya Newroza Amedê wê hemû gelê me li hev kom bike û wê ji bo cihanê bibe peyama herî bi hêz. Ji bo ketina Êlihê, hemû ciwanên ku li Êlihê li ber xwe didin silav dikim.”