Demîrtaş: Divê heyet demldest biçin Îmrali

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, li Amedê pirsên rojnamevanan bersivand û xwest demek berî demekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û heyeta Îmraliyê bi lezgîn biçe Îmrali.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, li Amedê pirsên rojnamevana bersivand û xwest demek berî demekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û heyeta Îmraliyê bi lezgîn biçe Îmrali.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, li Amedê bi hin nûnerên çapemeniyê re hat cem hev û pirsên rojnamevana bersivand. Demîrtaş, pirsên rojnamevanan ên der barê daxuyaniyên "Rêveberên KCK'ê fermanê didin HDP'ê" bersivand û wiha got: "Ger wekî ferman daye HDP'ê bê nirxandin û fêmkirin ev neheqiyek mezin e. Her kes piştî hilbijartinê nerîn û pêşniyarên xwe tîne ziman. Nivîskar, rewşenbir û siyasetmedaran jî nerînên xwe yên der barê encama hilbijartinê de anî ziman. Rêveberên KCK'ê ku di pirsgirêka Kurd de xwedî rolek pir mezin e jî der barê hilbijartinê û partiya me de nerînên xwe anî ziman. Ev ji bo me girîng e. Em van nirxandinan bi qîmet dibînin. Lê em bi xwe biryarên der barê xwe de digirin."

Demîrtaş, rexneyên hikûmetê yên der barê HDP'ê û zimanê Serokwezîr Ahmet Davutoglu jî rexne kir û wiha axivî: "Divê êdî bila Davutoglu dest ji van nesîhetê xwe berde. Di hêvajoya hilbijartinê de em wekî ên din dît. Vî zimanî AKP têk bir. Ahmet Davutoglu, tenê diaxive. Ez pêşniyar dikin ku êdî Davutoglu hindik biaxive û derdora xwe guhdar bike."

Demîrtaş, êrîşên endamên Hur Dava'yê yên li Amedê jî nirxand û wiha got: "Cihê ku me lê dengê xwe zêde kiriye em ê mutewazî nêzî mirovan bibin. Lê em zimanê ku me wekî qatil nas dike qebûl nekin. Kesên bêyî lêpirsîn û pirsîn HDP'ê sûcdar dike, ketober êrîşî girseya me dike."

Demîrtaş, têkildarî koalîsyonê jî axivî û wiha berdewam kir: "Ev hikûmeta şer û pevçûnê ye. Êdî dema vê hikûmeta şer û pevçûnê derbas bû. Kesên dengê xwe dan HDP'ê dengê xwe dan aştî û demokrasiyê. Divê êdî hikûmeta aştî, demokrasî û çareseriyê bê avakirin. Kesên gotin pirsgirêka kurd tune êdî dê tune bibin. Êdî li Tirkiyeyê hikûmeta şer nayê avakirin. Kesên ji bo koalîsyonê li deriyê me bidin em ê bi wan re hevdîtin bikin. Em bi AKP'ê re koalisyonê ava nakin, lê ger peywira avakirina hikûmetê bidin me, em ê bi AKP'ê re hevdîtin bikin."

Demîrtaş, herî dawî têkildarî çareserî û muzakereyan jî rawestiya û xwest demek berî demekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û heyeta Îmraliyê bi lezgîn biçe giravê.