Demîrtaş: Divê dengê aştiyê bilind bibe
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Wanê beriya mîtînga aştiyê bi çapemeniya Wanê re hat cem hev û got: Divê li her aliyê Tirkiyeyê dengê aştiyê bilind bibe."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Wanê beriya mîtînga aştiyê bi çapemeniya Wanê re hat cem hev û got: Divê li her aliyê Tirkiyeyê dengê aştiyê bilind bibe."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Wanê beriya mîtînga aştiyê bi çapemeniya Wanê re hat cem hev û got: Divê li her aliyê Tirkiyeyê dengê aştiyê bilind bibe. Ez ji dayik û bavên zarokên wan li leşkeriyê û polîs in dibêjim, ew ev zarok bi hêsanî mezin nekirin. Dengê xwe bilind bikin û zarokên xwe ji bo hikûmetê nerêkin mirinê. Bêjin 'vî karî li ser maseyê û bi diyalogê çareser bikin' Heke fermana gel hebe dê pevçûn rawestin. Ji bo aştiyê çi ji destê me bê em dê bikin. Em ji vê yekê re amade ne."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Wanê berî mîtînga aştiyê li Otela Akdamarê bi rojnamegeran re hat cem hev û têkildarî geşedanên di rojevê de nirxandin kirin. Demîrtaş têkildarî pêvajoya pevçûnan de axivî û wiha got: "Hêviya me hemûyan ew e ku li Tirkiyeyê aştî pêk bê. Helbet em di rojên zor û zehmet de derbas dibin û dijîn. Gelê Wanê ji bajarên êrîş û berdêlên pevçûnan jiyîn e. Piştî erdhejê Wan rabû serpiyan, pêvajoya avakirinê, em hewil didin vê yekê bi aştiyeke mayînde tacîdar bikin lê bi lezgînî ketin pêvajoyeke pevçûnan. Heke hûn biçin Edîrne, Deryaya Spî û Deryaya Reş hemû kes vê pirsê dipirse: 'Li gorî berî 7'ê Hezîranê çi guherî?', 'Çima pevçûnan destpê kir?' Sedema vê yekê HDP'ê ji sedî 13 deng girt û AKP ji desthilatdariyê ket. Piştî hilbijartinê gotin, 'Hûn ê fîlmê pêvajoya çareseriyê bikşînin' Lê piştî em ji hilbijartinê derketin me got divê demildest hevdîtin destpê bikin. Lê pêvajoya aştiyê weke ji partiyekê re bûye mal û lê di tekela wan de nîn e. Pêvajoya çareseriyê ji gel re bûye mal."
JI MALBATÊN LEŞKER Û POLÎSAN RE BANG
Demîrtaş anî ziman ku ew hişmendiya "heke AKP hebe aştî heke nebe şer" qebûl nakirin û wiha axivî: "Tiştekî wisa li hemberî welat pêk tînin. Dibêjin 'heke em nebin em aramiyê nadin welat' Niha ji vê yekê derketin bertekên gel din e û ev yeke gelek girîng e. Divê em daxwaza civakê ya atşiyê û aramiyê derbixin holê. Em dibêjin 'Em bi wer şer nadin kirin' Em vê yekê bikin da ku kî şer ji bo berjevendiyên xwe yên siyasî bikar tîne derkeve holê. Heke îro hikûmet operasyonan ranewestîne, PKK çalakiyên xwe ranewestîne agirbesta yek alî çênabe. Em dê îro bi hêz bang li her du aliyan a aştiyê bikin. Heke ev deng bi hêz bibe dê îro sibê geşedanên giring dibe ku çêbibin. Ez bi çi bawer im bi dengê aşiyê yê civakê bi bawer im. Divê li her aliyê Tirkiyeyê dengê aştiyê bilind bibe. Ez ji dayik û bavên zarokên wan li leşkeriyê û polîs in dibêjim, ew ev zarok bi hêsanî mezin nekirin. Dengê xwe bilind bikin û zarokên xwe ji bo hikûmetê nerêkin mirinê. Bêjin 'vî karî li ser maseyê û bi diyalogê çareser bikin' Heke fermana gel hebe dê pevçûn rawestin. Ji bo aştiyê çi ji destê me bê em dê bikin. Em ji vê yekê re amade ne."
'EV MALÊN ETERAN IN NETEWPERESTÊN DEREWÎNIN'
Demîrtaş destnîşan kir ku di van demên dawî de dezenformasyonên pir qirêj tên kirin û wiha got: "Ji bilî me tu kes ji bo aştiyê naxibite. Tu gotinek der barê aştiyê û çareseriyê de bi lêv nakin. Her roj bi dehan cenaze ger bên dê zêdetir bi kêfxweş bin. Piştre jî plansaziya dikin ku HDP'ê bixînin û dengê xwe zêde bikin pêk tînin. Hemû derdên wan ev e. Madem derdê wan ne ev çima wê demê pêşniyarên me yên aştiyê wekî xayintiyê dibînin. Yên ku dibêjin 'Em biçin Qendîlê xera bikin' welatparêzin û ji ber ku em jî dibêjin aştî me wekî xayîn bi lêv dikin. Welatparêziyek bi vî awayî nabe. Ev malên eteran in netewperestên derewîn in. Li cîhanê nîjadperestiya herî derewîn li Tirkiyeyê heye. Yên ku dengê xwe didin MHP, CHP û AKP'ê bi fikrên cuda didin. Lê li Tirkiyeyê partiya herîm ezin sedî 70'ê ya ku aştiyê dixwaze ye."
BANGA LI ALIYAN
Demîrtaş bang li her du aliyan jî kir û wiha dom kir: "Îro em bang li her du aliyan dikin, divê demildest PKK'ê destên xwe li ser tetîkê rake. Divê bi daxuyaniyê aşkera bike ku li gorî agirbesta ku hatiye zexmkirin tevbigere. Divê hikûmet operasyonan bide rawestandin û ji bo muzakereyê daxuyaniya ku ew amade ye bide. Daxwaziya gelên Tirkiyeyê ev e. Mutabakata Dolmabahçeyê belgeyek ku pêşiya Tirkiyeyê veke ye. Em weke HDP'ê di vê astê de ne. Xwezî hilbijartin bibe an jî nebe pêwistiya me ya lezgînî aştî ye. Em vê yekê bi awayekî zelal vedibêjin. Ev daxwazî nine, Davutoglu hûn mecbûrin aştiyê pêk bînin. Em daxwaziyek takekesî naxwazin. Tişta ku em mecbûrin vedibêjin. Hûn 400 balafirên şer radikin operasyon pêk tînin, bi rojan in hûn Qendîlê li cihê vala bombebaran dikin ji wê rojê heta niha we bi mîlyonan TL kevir û çiya heba kir. Hûn çima nikarin keştiya ku diçe Îmraliyê rakin? Me berê jî bi dehan caran got, ev welat a me hemûyan e. Rêxistinek ku dixwaze çek berde heye. Li masê benda te ye. Mutabakata Dolmabahçeyê ev e. Li cihê ku çareserî heye tu çima çiyayan û keviran bombebaran dikî. Mirov tên qetilkirin."
LI DIJÎ MHP'Ê BERTEKA 'BÊŞEREF'
Demîrtaş bibîr xist ku di 7'ê Hezîranê de gel ji bo aştî û demokrasiyê deng dane wan û wiha berdek nîşanê gotina Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî da û wiha pêda çû: "Em ê teslîmê polîtîkaya binketî ya ku li gorî partiyan welatiyên ku deng dane û wan weke 'bêşeref' îlan kiriye nebin. Li her cihê li dijî şerxwazan em derkevin kolanan û ji bo aştiyê bi destên hevdu bigirin. Bila MHP'î, HDP'î, CHP'î û AKP'î yek bi destên hev dû bigrin derkevin kolanan û bêjin 'Em ji bo Qesrê zarokên xwe feda nakin'."
'DI HILBIJARTINA YEKEM DE HEDEF ÎKTÎDAR E'
Demîrtaş bi lêv kir ku di hilbijartina yekem de dê hedefa wan îktidar be û wiha bi dawî kir: "Armanca me êdî derbaskirina bendê nîn e îktîdarbûnê ye. Armanca me ew e ku em projeya biratî û aştiyê bixin meriyetê. Ev ji bo me armanca ku dikare pêk were ye. Civaka Tirkiyeyê li pişt HDP'ê disekine. Wê gelê Wanê jî bi wêneya ku îro derxistiye holê nîşan bide ku çawa pêşengiyê bike. Wan ji aliyê aştiyê ye û wê peyama îro jî wekî not bikeve dîrokê."