Demîrtaş: Cizîr bi serbilindî li ser piyan e

Demîrtaş nerazîbûn nîşanî hêzên dewletê da, ku nahêlin ew tevlî Newroza li Cizîrê bibin û ji AKP'ê re got, "Bavên we JÎTEM gelekî hatin vê derê û çûn, lê gel li vir û bi serbilindî li ser piyan e."

Heyeta ji bo tevlî Newroza fînalê ya li Cizîrê bibe ji Amedê ket ser rê, li gundê Basiprîn ê 20 kîlometre dûrî navçeya Şirnex Hezexê ye, hat sekinandin. Hevserokê Gitşî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevserokên Giştî yên KCD'ê Hatîp Dîcle û Selma Irmak, Hevberdevkên HDK'ê Gulîstan Koçyîgît û Ertûgrûl Kurkçu, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, endamên Kordînasyona KJA'yê û parlamenterên HDP'ê yên di nava heyetê de hatin astengkirin.

'DIXWAZIN KOMKUJIYÊ VEŞÊRIN'

Demîrtaş da xuyakirin, ku hikûmet hewl dide bi vê rêbazê re komkujiyên kiriye veşêre, jiyanê bike dojeh û got, "Li vê derê jiyaneke bi biratî û aştiyane pêkan bû. Lê rabûn bi mejiyekî faşîzan, bi hewldana çavtirsandina gel re jiyan kirin cehenem. Her yekî ji me hewl da vê xakê bike bihuşt, lê ew terorê dikin." Demîrtaş axaftina xwe wiha dewam kir: "Em piştevaniya Cizîr, Silopiya, Hezex û Nisêbînê dikin. Parlamenterên me bi rojane li vir in. Mala Şaredariyên DBP'yî ava, destekeke mezin didin. Ji bo van deran ji nû ve rakin ser piyan, karekî mezin dimeşînin. Gel di nava hewldaneke mezin de ye."

Demîrtaş got, "Dibe ku îro ziyareta me asteng kiribin, lê ez meraq dikim; gelo ew çiqasî dikarin me û gelê Botanê ji hev dûr bixînin. Wê heta kengî bibin asteng?" Demîrtaş di dewama axaftina xwe de got, "Em mayînde ne, ew rêwî ne. Gelek rêveberî, gelek wezîr hatin. Bavên we yên ji xwe re JÎTEM digotin, gelekî hatin vê derê û çûn, lê gel li vir û bi serbilindî li ser piyan. Em ê bi gelê xwe re têkoşîna xwe bidomînin."