Demîrtaş: AKP’e bi tevahî derfetan şer ferz dike
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di fitara ji aliyê Şaredariya Îpekyolû û Rêxistina HDP’e ya Wanê hate organîzekirin de axivî, got, AKP’e bi temamî derfetên dewletê ve şer ferz dike.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di fitara ji aliyê Şaredariya Îpekyolû û Rêxistina HDP’e ya Wanê hate organîzekirin de axivî, got, AKP’e bi temamî derfetên dewletê ve şer ferz dike.
Di fitara ji aliyê Şaredariya Îpekyolû û Rêxistina HDP’ê ya Wanê hate lidarxistin de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Cîgirê Hevserokê Giştî Nadîr Yildirim, Hevserokên HDP/DBP ên Wanê, Parlamenterên HDP’ê yên Wanê, Hevşaredarên Bajar û navçeyan, endamên Meclîsa HDP-DBP’ê û her wiha gelek kes amade bûn.
Destpêkê Hevşaredarên Îpekyolû Veysel Keser û Berîtan Tayan axivîn.
Keser di axaftina xwe de wiha got: “Em ji rojên bi zor û zehmet derbas dibin. Bajarên me tên hilweşandin, mirovên me tên kuştin. Yên ji bo Nisêbîn, Geverê xendek kirin hincet, tevî ku li Wanê xendek jî nîn bûn, 71 kes înfaz kirin, bi sedan girtin. Rêveberê me yê DBP’ê yê Navçeyê Ahmet Demîragaç hate qetilkirin. Em bi rêzdarî bi bîr tînin. Bi sedan ciwanên me hatin kuştin. Em wek gel em ê rê nedin vî şerê qirêj. Bila ciwanên me nemirin û xwîn neherike. Niha behsa qeyûman dikin. Êrîşî wekîl û şaredariyênn gelê me dikin. Gelê me ti carî vê qebûl nake. Armanca wan şkandina hêviyên gelê me ne, lê wê ti carî ev pêk neyê.”
Piştre Selahattîn Demîrtaş di nav çepik û dirûşmeyên “Kurdistan bi te serbilind e” dest bi axaftina xwe kir, meha Remezanê li gel pîroz kir û wiha dewam kir: “Helbet wê êş bi dawî bibin. Eger berdêlên ewqasî mezin tên dayîn, rojên tijî azadî li benda me ne. Her yekî me, em destê yê li gel xwe bigirin. Hevalên bi qiymet, em bi serbilind in. Eger li holê xebatek hebe, xebata we ye. Li cîhaneke ku her kes xwe difikire de, hûn gelan difikirin. Ji ber vê em bi we serbilind in. Hûn dizanin, her êvar em bi gelê xwe re li bajarekî fitara xwe dişkînin. Têkîldarî polîtîkayên hilweşîn û qetlîamê yên li Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Gever û Şirnexê, ji bo mijar negihêje vê nuqteyê çi ji destên me hatin me kirin, lê, çav kor bûne. Wek firsendek dîrokî ketiye destê wan bajarên Kurdan hilweşandin. Ji ber vê hûn nabin dewlet. Ji vê re jî dibêjin têkoşîna bi terorê, heqaretê li nirxên mirovan dikin. Ma hûn ê wisa li dijî gel serkeftinê bi dest bixin? Wisa tenê hûn ê xwe rezîl bikin. Bawer bikin wê nemînin. Lewre em ê li gel hev bisekinin. Em Gever, Sûr, Cizîrê bi qederê re nehêlin. Şaredariya Wanê têkîldarî mijarê xebatan dimeşîne. Em ê bi kampanyayan re piştgiriyên xwe bidomînin. Ew bajarên me wê li halê xwe yên kevn vegerin û bêyî em dest li ber van rezîlan vekin, em ê vê pêvajoyê derbas bikin. Pêwîst e her kes çi ji destan tê bike.”
Demîrtaş bi bîr xist ku yên nikarîbûn bi hilbijartinan bi dest bixin, niha jî bi xespê ve hewl dide bixe kontrolê, got: “Mifetîş li Amed, Wan û Agiriyê 13 meh in teftîşê dikin. Dizî, nelirêtî nîne, lê xwe davêjin hinceta ‘alîkariya bi terorê re’. Pereyê du salan ê elektrîk û avê li Qesrê 400 trîlyon e. Niha yê nikarîbûn bi hilbijartinan bi dest bixin jî li gor nêrîna wan wê wisa bi dest bixin. Divê em destûra vê nedin. Pêwîst e li Wanê, saziyên sivîl ên civakî, keye daxuyaniyan bidin. Bibêjin, ma ev ji aliyê gel hatine hilbijartin, em qeyûmên te nas nakin. Em ê li her derê bi awayekî herî xurt xwedî lê derkevin. Tirsa li Qesrê di asta herî jor de ye, hûn li malên xwe bi rehetî radizên, lê ew nikare. Ti zilmên ku neceriband nema. Her roj, derew, îftîra, êşkence, zilm, her tişt bi kar anî. Lê, nikarîbû bi gel, ji ber vê xwe li reşiyê xistiye. Bi sedan planan çêdike ku bê wê çawa gel têk bibe. Pere heye, Qesr heye, lê hizûr nîne. Em ê li ber zilmê serî netewînin, lê mirov bi daran ve şîn nayên. Em naxwazin ewladên Kurdan, Tirkan bimirin. Em xwedî li tevahî êşan derdikevin. Aştî, karekî dualî ye. Aliyek aştiyê bixwaze, yê din bêdeng bimîne, ew nabe aştî. AKP’e bi tevahî derfetên dewletê şer ferz dike.”
‘EM JI DOLMABAHÇEYÊ DEWAM BIKIN’
Demîrtaş wiha pê de çû: “Fermo, em ji Dolmabahçeyê dewam bikin, li gotinekê dinêre û wê çek bêdeng bibin. Lê, wê ev zilama ti aştiyê neke, ji vê bawer bikin. Tevahî derdê wî bi temamî desteserkirina dewletê ye. Di şevekê de cihê 3326 hakimî, dozgerî, 50 waliyî guhert. Bê wê kî midûrê dibistanekê be jî Qesr biryarê dide. Ji desta bê, wê serokê polê yê dibistana seretayî jî bi xwe diyar bike. Dixwaze her tiştî di bin destên xwe de kom bike. Ruhê wî nexweş e, welat davêje nav agir. Bi vê tirsê jî zextê zêde dike. Eger li pişt te ewqas piştgiriyek gel hebe, çima ti ewqasî ditirsî? Pêwîst e hêzê winda neke, ji ber vê jî zilmê, zextê zêde dike û sûcên xwe dinixumîne. Sedema vî şerî ev e. Wijdan tine ye, mejî nîne, tenê di dest de bîdonekî benzînê heye, her gefan dike, dibêje ‘dişewitînim’. Divê em destûra vê nedin.”
MIJARA DESTLÊNEDANAN
Demîrtaş bal kişand ser mijara destlênedanan û wiha axivî: “Li halê Geverê binêrin, eger canê me jî ji me bistînin wê ji bo vî gelî ne tiştek be. Em ê bi gavên hişk bimeşin ser kelhê. Bi ti şêwazekî din nabe. Êdî gelê me li nuqteya diyarkirina siberoja xwe ye. Ev welat wê azad bibe. Têkoşîna me giştî ji bo vê ye. Bi vê civatê em gelekî kêfxweş bûn. Sibehê jî em ê bi gelê li Geverê re fitara xwe bişkînin. Gever ji bo me her tim rûmet e. Ez hêvî dikim ku meha Remezanê ji bo welatê me bi xêr be.”