Demîrel: Li dijî komkujiyan xwedî li Farqînê derkevin
Heyeta ji rêveberên HDP, DBP, nûnerên KJA û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli gihaşt Farqînê.

Parlamentera HDP'ê Çaglar Demîrel li vir peyivî û got, "Hikûmet dixwaze komkujiyê bike." Demîrel bang li raya giştî kir ku xwedî li Farqînê derkeve.
Heyeta ku hat avahiya rêxistina HDP'ê ya navçeya Farqînê, piştî ku li ser rewşa navçeyê agahî wergirt, ber bi Qehwexaneya Dîcleyê ya ku tîmên taybet gule lê reşandin û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî bi giranî birîndar bûn, meşiya. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel da xuyakirin ku Farqîn hatiye dorpêçkirin û got, "Hikûmeta AKP dixwaze li vir komkujiyê bike. Em ê destûrê nedin vê komkujiyê. Em ê li cem gelê xwe yê berxwedêr bin. Divê hêzên ewlekariyê tavilê taxên dorpêç kirine, biterikînin."
Çaglar gulereşandina li qehwexaneyê şermezar kir û ji bo hîn bêhtir li Farqînê komkujî neyên kirin, bang li gelên Tirkiyeyê û rêxistinên civakî yên sivîl kir ku bên navçeyê û li cem berxwedana gelê Farqînê cih bigirin.