Delmas: Min dît ku Cizîr roj bi roj veguherî Kobanê
Rojnamevanê Fransî Delmas ê li Cizîrê ye, wek berpirsê hovîtiya li navçeyê AKP û Erdogan nîşan da. Rojnamevanê Fransî Matthieu Delmas, li Cizîrê 9 rojan bû şahidê terora dewletê.
Rojnamevanê Fransî Delmas ê li Cizîrê ye, wek berpirsê hovîtiya li navçeyê AKP û Erdogan nîşan da. Rojnamevanê Fransî Matthieu Delmas, li Cizîrê 9 rojan bû şahidê terora dewletê.
Rojnamevanê Fransî Delmas ê li Cizîrê ye, wek berpirsê hovîtiya li navçeyê AKP û Erdogan nîşan da. Rojnamevanê Fransî Matthieu Delmas, li Cizîrê 9 rojan bû şahidê terora dewletê. Delmas ê têkildarî çavdêriyên xwe ji ANF’ê re axivî, bal kişand ku bi temamî hovîtiyek rû daye, polîsên taybet û leşkerên navçe dorpêç kirin her cih gulebaran kirine.
'HÊZÊN TAYBET CIHÊN SIVÎL KIRIN HEDEF'
Delmas got, "Ez bûm şahid ku Cizîrê roj bi roj veguherî Kobanê.” Delmas şahidiya xwe wiha ragihand: "Timî pevçûn hebû. Sekvanên li ser banên Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û mînareyên mizgeftan bi cih bibûn gule berdidan her tiştên hereket dikir. Polîsan nedihiştin birîndaran bibin nexweşxaneyê. Polîsan destûr nedidan ambûlans birîndarên li taxan bigirin. Lewma di serî de Muhammedê 35 rojî gelek birîndaran jiyana xwe ji dest dan. Niştecihên taxên Nûr, Sûr û Cûdî yên bûn hedefa guleyan, di nav avahiyan de kun vegirin û derbas dibûn. Min dît ku hêzên taybet bi tankan cihên sivîlan bombe kirin. Bi taybet li Taxa Cûdî ez li parçeyên roket, mayîn û bambeyên destan rast hatim. Li hember van êrîşên hêzên taybet niştecihên taxan û YDG-H’yiyan li serê kolanan barîkat danîbûn."
'TIŞTÊN LI CIZÎRÊ RÛ DAN TOLA ERDOGAN A HILBIJARTINÊ BÛ!'
Delmas, diyar kir ku gel bi rojan xwarin nedît, herî zêde jî pêdivî bi nan û şîr hebû. Delmas ragihand ku hovîtiya li Cizîrê weke tevayî kesên bi wan re axiviye diyar kirine tola Erdogan a hilbijartinê bû. Delmas wiha dewam kir: "Her kes dizane ku Cizîrê keleha HDP’ê ye. HDP’ê li Cizîrê ji sedî 98 deng wergirt. Di encama dengên ku HDP’ê bi taybet ji herêmê wergirt, AKP di hilbijartina 7’ê Hezîranê de wek partiya yekemîn derneket. Erdogan pê li dugmeyê kir û ev veneşart. Derket televîzyonan aşkera mikur hat û got, ‘Eger 400 parlamenter hatibana girtin, ev nedibûn.”
Delmas, axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Min navçeyeke ku ji bo dengan hat dorpêçkirin dît. Ji bo mirov bêje tiştên li vir rû dan nayên qebûlkirin pêwîst nake mirov aliyekî bigire. Gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da û navçe hilweşiya.”