DBP: Li hemberî çanda tecawizkar dengê xwe bilind bikin

DBP’ê xwest ku kesên piştî qetilkirina gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk, ew tazî kirine û dîmenê wê kişandine, dane çapemeniyê bêne darizandin.

DBP’ê xwest ku kesên piştî qetilkirina gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk, ew tazî kirine û dîmenê wê kişandine, dane çapemeniyê bêne darizandin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) der barê li navenda Gimgim a navçeya Mûşê piştî qetilkirina gerîlaya YJA Star Kevser Elturk tazî kirin, dîmenê wê kişandin û servîsî çapemeniyê kirin daxuyanî da.

DBP’ê diyar kir ku pêwîste li hemberî hovîtiya zayendperest  a zilamê serdest a li Elturk hat pêkanîn bêdeng nemînin û wiha hat gotin, “Ev nêzîkatiya bê exlaqî ya li hemberî Elturk hat kirin, taybet li ser jina Kurd, di giştî de jî li hemberî tevahî jinan û gelê Kurd hatiye kirin. Ev pêkanîna li derveyî mirovahiyê ya li ser cenazeyê piştî hat qetilkirin, bi ti nirxên exlaqî nayê ravekirin. Her wiha rewşeke ji barbartiyê wêdetir e û dide nîşandan ku bê exlaqî di çi astê de rewa bûye.”

DBP’ê diyar kir, eger li cihekî din ê cîhanê hovîtiyek bi vî awayî pêk hatiba wê nerazîbûnek mezin li hemberî wê çêbiba û got, “Lê dema bêexlaqiya mijara gotinê li hemberî gelê Kurd û jina Kurd be, parêzvanên namûs û exlaq, exlaqên xwe digirin bêdengiyê.”

DBP’ê diyar kir ku, jinên li Tirkiyeyê  û jinên Kurd wê li hemberî vê nemerdiyê bêdeng nemînin û da zanîn ku, hovîtiya li hember gerîlaya YJA Star’ê Kevser Elturk, bi polîtîkayên înkarê yên AKP’ê û dewletê yên li ser gelê Kurd pêk tînin re girêdayî ye.

DBP’ê hovîtî lanet kir û got, “Divê kesên ku ev dîmen kişandine, berpirsyarên destûra kişandinê dane û hemû kesên hevkarê vê bê exlaqiyê bên derxistin û darizandin.” Em bang li hemû gelan ku li hemberî çanda tecawizkar dengê xwe bilind bikin û bibin xwedî helwesteke demokratîk.