DBP'ê bal kişand ser binpêkirina mafên zarokan
DBP'ê bal kişand ser binpêkirina mafên jiyan, perwerde, tenduristî û gelek qadên din ên zarokan.
DBP'ê bal kişand ser binpêkirina mafên jiyan, perwerde, tenduristî û gelek qadên din ên zarokan.
DBP'ê bal kişand ser binpêkirina mafên jiyan, perwerde, tenduristî û gelek qadên din ên zarokan û got, "Ji bo em ji zarokan hez bikin, divê em komkujiyan, zewaca di temenê zarokatiyê de, tacîz û tecawizan asteng bikin û ji wan re jiyaneke azad û bi rûmet bihêlin."
Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), ji ber '23'ê Nîsanê Cejna Zarokan' a ji aliyê dewleta Tirk ve tê pîrozkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
'LI HEMBERÎ BEDENÊN BIÇÛK, DEWLET ALIYEK E'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Her sal bi sedan zarok bi fîşek û bombeyên gazê yê polîsan, bi lêdanê, dema diçe nan bikire di rê de yan jî li kolanan dema dilîzin ji aliyê polîsan ve tên kuştin. Heta niha, ti ji berpirsyarên komkujiyên ji aliyê hêzên ewlekariyê yên dewletê ve hatine kirin, bi awayekî zelal nehatine ronîkirin. Kujerên Ceylan Onkolan, Ûgûr Kaymazan, Berkîn Elvanan û zarokên din, hînê nehatine aşkerakirin. Ev rewş nîşan dide ku li hemberî bedenên biçûk, dewlet aliyek e."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rewşa zarokên tên binçavkirin û girtin, li tacîz û tecawizê rast tên û hat destnîşan kirin berprisyarên ti ji van nehatine darizandin.
DBP'ê bibîr xist ku zarokên keç bi zilamên ji wan gelekî mezintir ve tên zewicandin û got, "Zewacên bi vî rengî tecawiz e. Bi rewşa nerm a qanûnî ya ji bo van zewacan re, dewlet vê yekê erê dike. Ev yek dibe sedem ku nifşê nû bi awayekî bê exlaq mezin dibe."
'XIZMETÊN PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ Û TENDURISTIYÊ NABÎNIN'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku pirsgirêka herî mezin a zarokên li welêt dijîn, negirtina xizmetên perwerdeya bi zimanê dayikê û tenduristiyê ye û hat gotin, "Tirkiye di vê mijarê de di sinifê de maye. Ji bo perwerdeya zarokan a bi zimanê dayikê, hînê pêkanîna bê wate ya dersên bijarte yên li dibistanên taybet, tê ferzkirin. Li ti devera cîhanê mînakeke din a bi vî rengî nîne."
'EM Ê PÊŞEROJEKE AZAD JI BO ZAROKAN BIAFIRÎNIN'
DBP'ê di dawiya daxuyaniya xwe de got, "Ji bo em ji zarokan hez bikin, divê em komkujiyan, zewaca di temenê zarokatiyê de, tacîz û tecawizan asteng bikin û ji wan re jiyaneke azad û bi rûmet bihêlin."