DBP, 15’ê Sibatê lanet kir û banga ji bo mîtîngê kir

DBP’ê Komploya 15’ê Sibatê lanet kir û diyar kir ku wek dihat armanckirin Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nekarîbûn tesfiye bikin. DBP’ê banga tevlîbûna mîtîngê kir.

DBP’ê Komploya 15’ê Sibatê lanet kir û diyar kir ku wek dihat armanckirin Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nekarîbûn tefsiye bikin. DBP’ê banga tevlîbûna mîtîngê kir.

Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP)’ê têkildarî Komploya 15’ê Sibatê ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Komploya Navneteweyî ya ji aliyê gelek dewletên cîhanê ve di asta jor de hat pêşxistin, bi têkoşîna gelê Kurd careke din vala hatiye derxistin.

'PLANÊN WAN BEREVAJÎ BÛN'

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewlet neçar ma bi Ocalan re li ser heman maseyê rûne û nîqaşên der barê çareserkirina pirsgirêka Kurd de bi rê ve bibe.

DBP’ê got, “Ev komplo ku dikeve sala 17. em jî li hember xeta têkoşînê ya tê xwestin were dîlgirtin, bersiva herî baş bi mîlyonan mirov ku ji bo girtiyên siyasî û Birêz Abdullah Ocalan azadî qîrkirin. Encama kampanyaya me ya 'Ji Ocalan re azadî' jî anîna vê demê bersiveke."

BANGA TEVLÎBÛNA MÎTÎNGÊ

DBP kesên di çalakiya  'Hûn nekarin roja met tarî bikin” de jiyana xwe ji dest dan ku bibîr anî, ji bo mîtînga wê komplo bê şermezarkirin banga tevlîbûnê kir.  DBP’ê got,"Em tevayî gelê xwe dawetî mîtînga şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê û fînala kampanyaya îmzeyan a Platforma Azadiya ji bo Ocalan dikin. Wê mîtîng bi beşdariya Seroka Giştî ya TUHAD-FED a Zubeyde Teker û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna pêk bê. Her wiha hem ji ber fînala kampanyaya îmzeyan e û hem jî ji bo şermezarkirina vê komploya mezin, em gelê xwe bi xurtî dawetî tevayî çalakî û mîtîngên em ê li tevayî bajaran li dar bixin dikin. Em careke din Komploya Navneteweyî lanet dikin!”