DAIŞ'ê li rojhilatê Minbicê derba giran xwar: 30 çete hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşî gundên El Nexîl û El Yasta kirin, ji şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbek giran xwarin. Di şerê li vir de 30 çete hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşî gundên El Nexîl û El Yasta kirin, ji şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbek giran xwarin. Di şerê li vir de 30 çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, çeteyên DAIŞ'ê saet di 05.00 de bi dijwarî êrîşî gundên El Nexîl û El Yasta yên bi 3 km'yan li rojhilatê bajarê Minbicê ne.

Hat ragihandin, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiv dan êrîşa çeteyan û şer derket. Şerê li vê derê bi qasî 3 saetan dewam kir.

Di encama vî şerî de êrîşa çeteyan hat şikandin û herî kêm 30 çete hatin kuştin.