'Dagirkirina Cerablûsê nîşaneya têkçûna wan e'

Baran Serhat ê MLKP'yî diyar kir, dagirkirina Cerablûsê êrîşeke namerdî ya li dijî şoreşa Rojava ye û got, "Ev dagirkerî nîşan dide ku plan û stratejiya wan îflas kiriye û li pêşberî têkoşîna me ya mafdar û bi rûmet, têk çûne."

Baran Serhat ê MLKP'yî diyar kir, dagirkirina Cerablûsê êrîşeke namerdî ya li dijî şoreşa Rojava ye û got, "Ev dagirkerî nîşan dide ku plan û stratejiya wan îflas kiriye û li pêşberî têkoşîna me ya mafdar û bi rûmet, têk çûne."

Ji fermandarên MLKP-Rojava Baran Serhat dagirkeriya dewleta Tirk a li Cerablûsê ji ANF'ê re nirxand.

'GEFA TÊ XWARIN, MEZIN E'

Serhat da xuyakirin, ku dagirkirina Cerablûsê ji aliyê dewleta Tirk a mêtînger-faşîst ve, êrîşa li dijî Şoreşa Rojava ye, ku alternatîfa jiyaneke nû pêşkêşî Rojhilata Navîn kiriye û got, "Ev yek di heman demê de êrîşa li dijî hêviyên azadiyê yên gelên bindest û li dijî yekbûna kantonên Kobanê-Efrînê ye. Dewleta Tirk ji roja destpêkê ya şoreşê ve, ji El Nûsra heta DAIŞ'ê, ji PDK'ê heta ENKS'ê bi rêya gelek nokeran êrîşî şoreşê kir û hewl da pêşî li mafê Kurdan û gelên herêmê bigire. Niha jî bi hêza xwe ya şer a 'fermî' daketiye qadê."

Baran Serhat destnîşan kir, ku ev dagirkerî nîşan dide hemû plan, êrîş û stratejiyên wan ên beriya niha îflas kirine, li pêşberî têkoşîna wan a mafdar û bi rûmet, têk çûne û got, "Dema nû ya bi dagirkirina Cerablûsê re hat destpêkirin, bikaranîna derfetên dawî yên mêtîngeriya faşîst e. Bi tenê bi awayekî vekirî şer li dijî Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê îlan nekirine. Ji bilî vê yekê çi ji wan hatiye kiriye, hemû derfetên xwe bi kar aniye, lê ji bilî têkçûnê tiştek bi destê wan neketiye."

PARA HÊZÊN DERVE YA DI VÊ DAGIRKERIYÊ DE

Ji fermandarên MLKP-Rojava Baran Serhat da zanîn, hêzên emperyal ên berjewendiyên xwe li herêmê hene, ji bo avakirina 'herêma tampon' a dewleta Tirk ku hevkarê wan ê dîrokî ye, xuya ye destûra dagirkirina Cerablûsê dane. Serhat wiha dewam kir: "Bi vê dagirkeriyê re dixwazin pêşî li şoreşa me ya Rojava bigirin, ku roj bi roj mezin dibe û destketiyên xurt bi dest dixe. DYA û hêzên din ên emperyalîst, li dijî DAIŞ'ê neçar man hevkariya leşkerî bi hêzên YPS/QSD'ê re bikin. Bingeha vê hevkariyê, leşkerî bû, ku dixwazin nehêlin şoreş mayînde bibe, karibin xera bikin, pêşengên wan ber bi xwe ve bikişînin an jî ji xeta wê dûr bixîne. Ji wan nayê ku temamiya Rojava û QSD'ê bikin dijberê xwe. Bi pêşengiya Şoreşa Rojava, gelên herêmê êdî bûne xwedî vîn û hêzekê. Ev hêz jî nepêkane ku hema ji nişka ve tine bê hesibandin."

'ŞOREŞA ROJAVA ÇI BI KOALÎSYONÊ, ÇI JÎ BÊYÎ KOALÎSYONÊ WÊ BIDOME, WÊ KANTONAN BIGIHÎNE HEV'

Serhat da zanîn, Şoreşa Rojava bi serketina Minbicê re derbasî qonaxeke nû bûye û got, "Çi bi koalîsyonan, çi jî bêyî koalîsyonan wê di rêya xwe de bimeşe. Ev meş wê Kantonên Rojava bigihîne hev, wê neheqiya dîrokî ji holê rake û li herêmê derfetên nû bafirîne. Dema rewşa heyî bê nirxandin, tê dîtin ku dagirkeriya Tirk ji bo niha herêmeke bi sînor diyar kiriye. Lê xuya ye dewleta Tirk dixwaze hema ji ber xwe ve rewşekê bafirîne û bi vî rengî zorê dide sînorê vê peymana li ser li hev kirine. Lê belê hevsengiyên herêmê ewçend tevlîhev û hesas in, ku ev hewldana dewleta Tirk wê ewçend hêsan nebe. Tirkiye li herêmê hêzeke dagirker e û neçar e ji sedî sed bicehime û biçe."

'DEWLETA TIRK BI AGIR DILÎZE'

Ji fermandarên MLKP-Rojava Baran Serhat destnîşan kir, ku dewleta Tirk a faşîst bi agir dilîze û got, "êrîşa wan a li dijî Rojava bi ti awayî meşrû nîne. Ji xwe gelên herêmê û yên cîhanê jî ji wan bawer nakin. Ji ber vê yekê dixwaze hin bahaneyan, hin provokasyonan bafirînin. Êrîşên provokatîf ên dewleta Tirk a faşîst, bi dagirkeriyê re ket rojevê. Herî dawî li sînorê Kobanê dîwarê dagirkeriyê lê kir, ji Endîwêr a Dêrikê heta Efrînê îşkence li mirovên sivîl kir û qetil kir, bombe li qereqolên YPG'ê û gundên di kontrola hêzên YPG û QSD'ê de ne, barand. Ev hemû nîşaneya dijminatiya dewleta Tirk a li Rojava ye. Bi rêya van êrîşan hewl dide îmaja 'Rojava di nava şer û êrîşan de ye' bafirîne û bi vî awayî herêmê ji mirovan xalî bike, derfetên propaganda reşkirinê bide hêzên mîna ENSK'ê û şer derxîne."

'EM DI RÊYA RAST DE NE'

Serhat di dewama axaftina xwe de got, "Piştî serketina Minbicê dizanin ku herêmên weke Cerablûs û Babê wê ji aliyê QSD û meclîsên leşkerî yên herêmî ve werin paqijkirin. Lewma bi vê dagirkeriyê dixwazin pêşî li yekbûna kantonên Kobanê-Efrînê bigirin. Bi van êrîşên li ser sînor re dixwazin balê bikişînin ser aliyekî din û li gelek eniyan hêzên me bikişînin nava şer û qels bikin. Dagirkirina Cerablûsê, êrîşa hêzên rejîmê ya li Hesekê, êrîşa giran a DAIŞ'ê li Şeddadê, êrîşa li dijî gundên Efrînê, bomberkirina herêmên Helebê yên di destê Kurdan de ye, êrîşên li ser sînor, hewldanên ENKS'ê yên provokatîf ên li Girkê Legê û Rimêlanê, ji hev ne cuda ne. Tevî van hemû êrîşan, dikarim bi hêsanî bêjim: Em di rêya rast de ne."