Coşa Newrozê li çiyê dewam dike

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin. Gerîlayên HPG û YJA Starê, agirê Newrozê li çiyayên azad geş dikin.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin. Gerîlayên HPG û YJA Starê, agirê Newrozê li çiyayên azad geş dikin.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlayan amadekariyên xwe yên ji bo Newrozê berî çend rojan dan destpêkirin. Agirê Newrozê yê bi şev hat pêxistin, heta pîrozbahiyên Newrozê yên roja din, venemirî. 

Pîrozbahî serê sibehê bi merasîma fermî û deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyan destpê kir. Di merasîmê de fermandarên HPG û YJA Starê jî amade bûn.

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Sabrî Tendurek di pîrozbahiyê de li ser girîngî û wateya rojê peyivî. Tendurek got, "Em li pêşberî bîranîna şehîdên xwe bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Newrozê di serî de li Rêber Apo û şehîdên xwe pîroz dikin. Cejna dayikên şehîdan û tevahiya gelê xwe pîroz dikin. Cejna Newrozê ji bo me tê wateya berxwedan û ji nû ve vejînê. Newroz bi xwîna şehîdan ava bû. Bi Mazlûm Dogan re destpê kir. Niha bi Arînan, bi Gelhatan re dewam dike û wê dewam bike. Careke din Newroza 2015'an li hemû rêhevalan û gelê me pîroz dikim. Bijî Newroz, Bijî Serok Apo."

Li dû axaftina Tendurek agirê Newrozê ji aliyê ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Hemrîn Dêrsim ve hat pêxistin.

Pîrozbahiya Newrozê bi çalakiyên çandî dewam kir. Pîrozbahî bi gerandina govenda gerîla bi dawî bû.