BI DÎMEN

Cîzre: Rizgarkirina Girê Spî mizgîngiya biratiya gelan e

Endama Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) Newroz Cîzre da zanîn ku serketina Girê Spî beşeke mezin a bedena Şoreşa Rojava kiriye yek û destnîşan kir ku ev serketin mizgîniya biratiya gelan e.

Endama Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) Newroz Cîzre da zanîn ku serketina Girê Spî beşeke mezin a bedena Şoreşa Rojava kiriye yek û destnîşan kir ku ev serketin mizgîniya biratiya gelan e.

Newroz Cîzre rizgarkirina Girê Spî li hemû cangoriyên têkoşîna Rojava pîroz kir û destnîşan kir ku ev serketin beriya her tiştî mizgîniyek ji bo cangoriyên Berxwedana Kobanê û Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ye.

'BEDENA ŞOREŞA ROJAVA YA PARÇEBÛYÎ BÛ YEK'

Cîzre da xuyakirin ku bi rizgarkirinê re Girê Spî bû rojeva sereke ya cîhanê, li ser şîrove, nîqaş û nirxandin hatin kirin û got, "Weke ku em dizanin di rastiyê de rizgarkirina Girê Spî ji bo şoreşa Rojava xwedî wateyeke girîng, serketineke bi wate ya dîrokî bû. Ji ber ku Girê Spî xelekeke jê re dibêjin 'Kembera Ereban' a di nava bajarên Kurdan de, di herêmên Kurdan de hatibû danîn. Ev kelehek bû bi destê dagirkeran li ser gelê me, li ser gelê herêmê hatibû meşandin." Cîzre destnîşan kir ku bi vê serketinê re beşeke mezin a bedena Rojava ya hatibû parçekirin, bûye yek û got, "Ji xwe hîn jî gavên vê yên pêş de hene. Weke xelekên ku em dibêjin îro parçeyekî dîsa Efrîn heye, dîsa mesafeyek  di navberê de qutbûnek hat çêkirin pêngav  hîn wê berdewam jî bikin."

'SERKETINA GIRÊ SPÎ JI BO GELÊ KURD XELATEKE'

Newroz Cîzre da xuyakirin ku êrîşên hovane yên li hemberî Rojava tên kirin, konseptek xweranegirtina li vê vînê ye û ev xal destnîşan kir: "Di rastiyê de dixwestin ku ji bo tevahî gelên herêmê jî ji bo gelê Kurd jî bi van êrîşan astengiyek li ser vê îradeya xweseriya demokratîk bidin çêkirin û nehêlin gel  xwe bi xwe, bi hêzên xwe yên cewherî parastina xwe ya cewherî û xeyalên xwe yên bi sedsalan pêk bînin. Di vê wateya xwe de rizgarkirina Girê Spî ji bo gelê Kurd bi rastî jî xelateke. Ji bo gelên herêmê jî mirov dikare bibêje bi sed salane dijmintiya li ser bingeha kevneperestiyê û nîjadperestiyê hatibû hûnandin êdî binketina vê siyasetê ye."

Newroz Cîzre bal kişand ser modela Şoreşa Rojava ya xwe dispêre xweseriya li ser esasên demokratîk û anî ziman ku di nava vê modelê de gel hemû cih digirin. Cîzre got, "Di heman demê de gelên Kurd, Tirkmen, Ereb, Asûrî di bin banekî û heman şert û mercên wekhev de, bi siyasetek demokratîk bi rengê xwe, bi nasnameya xwe, bi çanda xwe cih digirin. Em dikarin bibêjin ev êrîş li hemberî biratiya gelan hat kirin."

Cîzre da zanîn ku hin hêz vê rastiyê çewt û berevajî dinirxînin û destnîşan kir ku serkêşiya van hêzan jî dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê dike. Newroz Cîzre bal kişand ser xweranegirtina hikûmeta AKP'ê li serketina Girê Spî û got, "Ew bi xwe jî parçeyek ji vê konseptê bû. Gelek caran bi rêya çapemeniyê hevkariya xwe bi DAIŞ’ê re ku êdî bi gelek dîmenan jî bi aşkera bûye, nîşan da. Herî dawî dema ku Girê Spî rizgar bû, çeteyên DAIŞ’ê xwe avêtin hembêza leşkerên Tirk, bi hev re wêne kişandin, kêfxweşî, rûkenî û samiyeteke mîna hêzên li heman eniyê şer dikin, nîşan dan. Ev wêne bi tena serê xwe, îspata vê tifaqa qirêj e. Li ser vî esasî em dixwazin vê jî bibêjin; di rastiya xwe de ev êrîş yan jî ev nirxandinên bi vî awayî li ser serketina Girê Spî têne kirin nehezmkirina serketina gelan e, ne hezmkirina demokratîkbûyîna li ser esasê pêşengtiya gelê Kurd e, ku ev model jî modela Rêber Apo ye, paradîgmaya Rêber Apo ye. Ne hezmkirina serketina vê ye."

'SERKETINA GIRÊ SPÎ MIZGÎNIYA BIRATIYA GELAN E'

Cîzre anî ziman ku yên vê tifaqê dimeşînin, dixwazin tovên kevneperestiyê û dagirkeriya neteweperestiyê di nava gelan de biçînin û gelan bi hev bidin qirkirin û got, "Di rastiyê de bi rizgarkirina Girê Spî re êdî mizginiya biratiyê hate dayîn û ev serketin ez bawerim bû serketineke sedsala 21'an."

Cîzre da zanîn ku rizgarkirina Girê Spî mizgîniya biratiya gelan e û ragihand ku siyaseta qirkir û tinekirinê, gav bi gav tê şikandin. Cîzre vegera pêkhateyên Ereb li Girê Spî bibîr xist û got, "Wê ev bibe mînakek ji bo gelê Sûriyeyê. Li ser bingeha biratiya gelan Kurd, Tirkmen, Asûrî wê di bin banê xweseriya demokratîk de bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin û li ser vî esasî êşên xwe bi destê xwe derman bikin. Di vê çarçoveyê de careke din li beramberî tevahî şehîdên berxwedana Kobanê, şehîdên Pêngava Rûbar Qamişlo bejna xwe ditewînim û dibêjim çavên wan hevalan jî li pişt wan neman. Ji ber ku ez dizanim îro ruhê wan hevalan êdî şad dibe û kêfxweş dibin, ku ew xwîna rijiyayî bi xwe re tovên baxçeyê biratiya gelan şîn kiriye. Li ser vê jî carekî din ji bo kes, heval, dostên ku di vê pêngavê de cihê xwe girtine careke din serketinê dixwazim, û berxwedana wan silav dikim."