BI DÎMEN

Çiya, av, berf, roj: Kêlaşîn

Kurdistan bi her rengê xwe, bi her xemla xwe bedew e. Gav bi gav, bajar bi bajar xwedî çîrokên bedewiyê ye...

Kurdistan bi her rengê xwe, bi her xemla xwe bedew e. Gav bi gav, bajar bi bajar xwedî çîrokên bedewiyê ye... Yek ji van jî Kêlaşîn e. Yanî kevirê şîn ê gorê. Ev kevirê ku çîroka xwe diçe heta sedsala 7'an a beriya zayînê, li gorî baweriya gel piştre hatiye dizîn û ew birine Londonê. 

Û cografya wê. Di nava çiyayên Ber bi Zînê û helgûrd de xwedî xemleke bedew e. Di her stran û klamê de her çend behsa hewa wê ya sar bê kirin jî, havînê gelekî bedew e. Ev erdnîgariya ku bûye warê hemû rengan, di van mehan de bûye hêlîna koçeran û hechecîkan. Ji ber ku kî çi bixwaze, Kêlaşîn wê bi dilnizmî pêşkêş dike.