Ciwana ji çeteyan rizgar bû, ji bo tolhildanê beşdarî YPJ’ê bû
Keça Êzidî Arîn Mîrxan, dema çeteyan êrîşî Tîl Temir kirin, sînor derbas kir û ji bo li dijî çeteyan şer bike beşdarî YPJ’ê bû.
Navê xwe jî ji Arîn Mîrxan a di berxwedana Kobanê de bi berxwedana Girê Miştenûr bû sembol, girt.
MEHMET NURÎ EKÎNCÎ - ANF
TIL TEMIR
şemî, 11 avrêlê 2015, 07:01
Piştî ku pêşmergeyan Şengal hiştin û çûn, di fermana 73. ya li dij Êzidiyan hat destpêkirin de 20 û 12 jinên Êzidî dîl ketin destê çeteyan. Arîn Mîrxan ya 10 rojan rastî zextên çeteyan hat bi hevalên xwe re rizgar bû û piştî bi rojan li çiyayan ma, gihişt malbata xwe. Mîrxan got ‘Niha dema tolhildanê ye’ û bi gotina wê beşdarî ‘hevalan’ bû. Mîrxan bi taybet bang li ciwanên jin kir ku beşdarî YPJ’ê bibin.
NAVÊ XWE KIR ARÎN MÎRKAN
Keça Êzidî Arîn Mîrxan, dema çeteyan êrîşî Tîl Temir kirin, sînor derbas kir û ji bo li dijî çeteyan şer bike beşdarî YPJ’ê bû.
Navê xwe jî ji Arîn Mîrxan a di berxwedana Kobanê de bi berxwedana Girê Miştenûr bû sembol, girt. Hê 22 salî ye. Mîrxan diyar kir ku bi çeteyan re ti nirxên nînin û got, "Ji ber vê yekê bi her mirovên ji ol û gelên din re li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşîn dane moral dide min." Mîrxan bi lêv kir ku ji bo çete ji ser van xaka bên paqijkirin divê her kes tiştê dikeve ser milê wan bikin û beşdarî YPG û YPJ’ê bibin.
HÊZÊN PDK’Ê NEPARASTIN
Li Til Temîrê di 23’ê Sibatê de çeteyan gundê Asûrî dagir kirin û şerê ku pê re destpê kir roja 47.li pey xwe hişt. Li Til Temir û Serêkaniyê şervanên Kurd, Ereb, Asûrî û ji gelên din, li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin. Yek ji van ciwanan jî keça Êzidî ya di YPJ’ê de li dijî çeteyan şer dike ye.
Piştî çete ketin Şengalê malbata wê jî wek hezaran Şengaliyî li aliyekî belav bibûn. Wê jî li hember rewşeke ku nedizanî çi bike, hewl da bireve, lê nekarî. Ne pêşengek wê û ne jî keseke ku ji destê bê bigire hebû. Hêzên PDK’ê yên ku qaşo ew diparastin jî beriya her kesî reviyabûn.
Tevî wê 20 mêr, 12 jin ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve dîl tên girtin. Bi rojan rastî şîdeta fîzîkî û psîkolojîk hatin. Mîrxan got: “Herî zêde jî heqaret li ol û çanda me kirin. Îslamiyet li me ferz dikirin, pir zora me diçû. Em her tim di nava lêgerînên rizgarkirinê de bûn.”
JI DESTÊ ÇETEYAN REV
Mîrxan bi lêv kir ku 10 rojan di destê çeteyan de maye û ew 10 roj wek 10 salan hatiye û wiha pê de çû: “Şansê me hebû. Em reviyan, lê yên man, rewşa wan niha çawaye gelo? PDK’ê bi salan got em ê we biparêzin. Lê çawa çete hatin pêşmerge beriya her kesî reviyan. Tişta herî zêde zora min bir jî ev bû. Gotinên PDK’ê derew bûn. Gelê Êzidî firotibûn.
Çeteyan roja em dîl girtin şûnde, îşkneceya fîzîkî, psîkolojîk û ruhî kirin. Digotin; ola we tine. Lê tiştên ku wan dikir jî ti aliyê wê yê mirovî tine bû. Her dema me ya li wir ezab bû. Ji me re giran dihat. Herî zêde jî malbatên me di hişê me de bûn.
Şevekê em bi alîkariya Êzidiyekî ku bi zorê kiribûn Misilman û li ber derî nobet digirt, reviyan û me berê xwe dan çiya. Êzidiyê li ber derî ji min re got, ‘Bi zorê Îslamiyetî min dan qebûlkirin, lê dilê min ji bo mayîna we ya li vir ne rehet e.’ Em berdan.”
Mîrxan bi lêv kir ku piştî ji wê mala ku dihatin girtin rizgar bûn şûnde, ji bo dîsa bi komî nekevin destê çeteyan, wek kom belav bûne û reviyane çiyayan. Mîrxan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em gihiştin çiyayan em rehet bûn. Li çiyayan em bi rojan tî û birçî man.”
DEMA HESABPIRSÎNÊ YE
Mîrxan piştî bi rojan li çiyayan gihiştibû malbata xwe. Mîrxan ji bo ku hesab ji çeteyên çavsor ên ku mirov qetil kirin, kirin kole û jin li bazaran firotin, bipirse, biryar da ku beşdarî YPG û YPJ’ê bibe.
Piştî perwerdeyê ji bo ku li dijî çeteyan şer bike çû Şengalê. Piştî êrîşên çeteyan a li Til Temîr destpê kir, pêşniyar kir ku biçe wir. Niha şervanek YPJ’ê ye. Ji bo tola gelê Şengalê bigire niha li Til Temir li dij çeteyan şer dike.
Mîrxan hê 22 salî ye, dema me li herêmên şer ew dît, bi nêrînek fediyok û biryar em pêşwazî kiribûn.
EM Ê TEQEZ TÊK BIBIN
Mîrxan got: “Çete herî zêde êrîşî jinan dikin. Çeteyan bi hezaran jin di serî de yên Şengalê li bazaran firotin. Lê têkoşîna herî mezin jinên di xeta Rêber Apo de dimeşînin. Belkî ez wek kes di civaka Êzidî de mezin bûm lê ez ne xwedî îrade û hêzek xurt bûm. Piştî ez beşdarî têkoşînê bûm hêz û îrade hat qezenckirin. Têkoşîna li dijî çeteyan moral dide min. Em ê tezeq wan têk bikin. Îdîaya min ya ji bo rêheval Arîn heye ku ez ê tola wê bigirim. Jiyana me bi giştî nirxên hevpar ên komunal pêk tên."
Mîrxan di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên ciwan kir ku beşdarî YPJ’ê bibin.